100 şervan tev li QSD’ê bûn

QSD’ê ragihand ku 100 şervan piştî perwerdeya leşkerî tev li refên wan bûne.

100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
100 şervan tev li QSD’ê bûn
23 kanûn, 2025   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nûçeyek li ser malpera xwe weşand. 

Di nûçeyê de hate gotin ku duh li Akademiya Şehîd Çayan perwerdeya perwerdeyê ya 100 şervanên Hêzên Komandos bi dawî bû.

Hate diyarkirin ku dewreya perwerdeyê bi navê şehîd Koçero û şehîd Fewzî hat birêxistin. Di dewreyê de waneyên îdeolojî, siyasî û leşkerî, perwerdeyên li ser bikaranîna çekên ferdî, navîn, taktîkên şer û rêbazên şerên nûjen hatin dîtin.

QSD’ê diyar kir di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de fermandarê herêma Firatê Cemîl Mazlûm axivî. Mazlûm bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û girîngiya rola Hêzên Komandos di vê pêvajoyê de vegot.

Merasîm bi torana leşkerî ya şervanan bi dawî bû.

(b)