Pirsgirêka avê ya Eyn Îsayê ji sedî 70 çareser bûye

Piştî stasyonên ava vexwarinê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji xizmetê derketin, Gerînendetiya Avê ya Eyn Îsayê projeya xeteke nû daye destpêkirin.

Pirsgirêka avê ya Eyn Îsayê ji sedî 70 çareser bûye
Pirsgirêka avê ya Eyn Îsayê ji sedî 70 çareser bûye
Pirsgirêka avê ya Eyn Îsayê ji sedî 70 çareser bûye
Pirsgirêka avê ya Eyn Îsayê ji sedî 70 çareser bûye
31 gulan, 2025   05:06
EYN ÎSA

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, stasyonên ava vexwarinê û gelek saziyên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin.

Hin stasyonên avê hatin sererastkirin, depoya sereke ya ava vexwarnê ya li bajarê Eyn Îsayê ku di Sibata 2025’an de ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve hatibû hedefkirin, hîna nehatiye sererastkirin. Di encamê de av li ser 65 gundan (45 gundên Hîşeyê û 20 gundên Eyn Îsayê) anku 41 hezar kesî qut bûbû.

Ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser depoyê ekîb nikarin depoyên sererast bikin, lê bi armanca dabînkirina ava vexwarinê, xeteke ji stasyona sereke ya Hîşeyê hatiye kişandin. Vê projeyê jî ji sedî 70 pirsgirêka kêmbûna avê çareser kiriye.

Ji endamên Gerînendetiya Avê ya Eyn Îsayê Îsamîl El Xilêf got: "Çav li rê ye ku xebata li ser xeta piştgir di nava 10 rojan de bi dawî bibe. Ev yek jî dê ava vexwarinê ji taxên Sînaa û taxa rojhilatê bajar peyda bike. Taxa rojava jî avê ji stasyona Filêhiyê werdigire."

Îsamîl El Xilêf diyar kir ku xeta piştgir dê zehmetiyên şêniyan ên dabînkirina ava vexwarinê û lêçûna kirîna avê sivik bike.

Gerînendetiya Avê ya Eyn Îsayê dema qutbûnê, rojane av bi rêya tankerekê li şêniyan belav dike, lê dîsa ji ber tankerek tenê bû, avê têrê nedikir.

(bb)