Metranê Mar Morîs Amsîh: Rêveberiya Xweser xizmeta hemû pêkhateyan dike

Metran Mar Morîs Amsîh diyar kir ku diyaloga navxweyî ya sûriyeyî rêya herî guncaw a pêkanîna aştiyê ye û got divê ji bo avakirina Sûriyeyeke yekbûyî ya aram Rêveberiya Xweser û desthilala li Şamê xebateke hevbeş pêk bînin. Mar Morîs Emsîh Rêveberiya Xweser wek "modeleke şaristanî ya xizmeta tevahî pêkhateyan dike" pênsae kir.

Metranê Mar Morîs Amsîh: Rêveberiya Xweser xizmeta hemû pêkhateyan dike
31 gulan, 2025   03:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Metranê Cizîr û Firatê yê Metraniya Ortodoks a Suryanî Mar Morîs Amsîh têkildarî girîngiya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ji ajansa me re axivî.

Mar Morîs Amsîh di destpêka axaftina xwe de girîngiya diyaloga navxweyî wek "çareseriya bingehîn ku deriyên ji bo siberojeke ronak û ewlehiya tevahiya Sûriyeyê vedike" pênase kir û got: "Bi hêviya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ya Şamê destê xwe bixin destê hev û ji bo avakirina Sûriyeyeke yekbûyî ji tevahiya pêkhateyên wê re em dua dikin. Em hemû sûriyeyî ne. Em xêr, xweşî, aştî û hezkirinê ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re dixwazin. Em destê xwe ji Xweda re hildidin da ku Sûriyeyê pîroz bike. Ev erd ê me hemûyan e û Xweda jî yê hemûyan e.”

Metran Mar Morîs Amsîh bal kişand ser tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wekî "ezmûnek pêşkeftinê ya bêhempa ku hêjayî teqdîrê ye" pênase kir û wiha dom da axaftina xwe: “Projeya Rêveberiya Xweser 10 sal berê dest pê kiriye, mîna şaneyeke mêşên hingiv tev digere. Mîna welatekî biçûk ji welatekî mezin e. Em wê dişibînin Herêma Kurdistanê, ji ber ku ew bi navenda rêveberiyê ve girêdayî ye. Wan armanca xwe ji bo gelê xwe bi dest xistiye. Bi îzna Xweda, ew ê bi rêya vê modela rêveberiya şaristanî vê armancê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bighînin serî.”

Der barê siberoja Sûriyeyê de Mar Morîs Amsîh anî ziman ku divê diyaloga navxweyî wek rêya çareserkirina nakokiyan esas were girtin. Her wiha hişyarî da ku destwerdanên derve hewl didin li ber her pêşketinekê bigirin.

Metran Amsîh bi domdarî got: "Diyaloga sûriyeyiyan çareserî ye. Gelek alî hene hewl didin rewşê aloz bikin da ku herêm bi pêş de neçe. Lê bi derbaskirina zehmetiyan em ê aramî û aştiyê li gelemperiya Sûriyeyê bibînin."

Metran Mar Morîs Amsîh di dawiya axaftina xwe de got: "Em ji bo her kesî dua dikin da ku Xweda pîroz bike. Ol ji bo Xweda ye, welat ji her kesî re ye; ev jî çareseriya herî guncaw a avakirina Sûriyeyê ye. Çek ji bilî wêrankirinê tiştekî bi xwe naynin, lê diyalog me digihîne encama xêrê ya avakirina vî welatê hêja yê li ber dilê me.”

(bb)

ANHA