Koçberên ji Serêkaniyê dest bi çalakiyan dikin

Koçberên ji Serêkaniyê û çalakvanan ragihand ku dê ji bo daxwaza vegera li bajarê Serêkaniyê çalakiyan li dar bixin. Çalakî sibê li Hesekê dest pê dikin.

Koçberên ji Serêkaniyê dest bi çalakiyan dikin
4 tîrmeh, 2026   11:08
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên ji Serêkaniyê ji ber derengmayîna pêkanîna dosyaya vegera li bajarên xwe, tevî ku 6 meh di ser Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de derbas bûye, bi gazinc in.

Zêdetirî 80 hezar koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê di rewşên zehmet de li bajarên herêma Cizîrê û Kobanê di stargeh û kampan de dimînin.

Li gorî çavkaniyan, gelek astengiyên ku rê li ber vegerê digirin hene, astendiyên destpêkê hebûna niştecihên biyanî di malên koçberan, mayin û bermahiyên şer in. Civînên ku di navbera Komîteya Koçberên Serêkaniyê û hikumeta demkî de tên lidarxistin jî heta niha negihaştine encamekê.

Di nava bajar de kiryarên diziyê û wêrankirina xaniyên koçberan dewam dikin, niştecihên biyanî jî ji bo ku xaniyan vala bikin daxwaza pereyan dikin.

Li hember taloqkirina dosyaya vegerê, koçberan ragihand ku wê ji bo daxwaza vegera ewle ya bajarê xwe çalakiyan li dar bixin. Çalakî sibê (5 Tîrmeh) li Hesekê bi beşdariya koçberan, rûspî, kesayetên çandî û siyasî dê bê lidarxistin.

(sb)

ANHA