Peymana DYA- Îran û pirsên li ser siberoja herêmê

Çavêdaran diyar kir ku peymana demkî ya Amerîka-Îranê dibe ku aloziyên herêmî sivik bike û rêyên girîng ên aborî û bazirganiyê ji nû ve vekin, lê fikarên têkildarî xwezaya polîtîkayên Îranê û bandora wê ya herêmî ji holê ranake. Li gorî çavdêran lawazkirina hêza leşkerî an nukleerî ne mecbûr e ku guhertinek di armancên stratejîk de be,  lew ra peymanê ji bidawîanîna şer wêdetir wekî destpêka qonaxek nû ya ceribandina siyasî destnîşan dikin.

Peymana DYA- Îran û pirsên li ser siberoja herêmê
18 hezîran, 2026   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên erebî di rojevên xwe yên îro de bandorên peymana demkî ya DYA û Îranê li ser ewlehiya herêmê, siberoja projeya Îranê, her wiha sînorê guhertina siyaseta Tehranê nirxandin.

‘GELO WÊ PEYMAN DAWÎ LI ŞER BÎNE?‘

Rojnameya Şerq El Ewsast ku cih da peymana demkî ya Îran û DYA‘yê, diyar kir ku "ger wekî ku tê hêvîkirin bidome, dê piştî mehên aloziya leşkerî û krîzên aborî yên bi astengkirina navîgasyonê li Tengava Hurmuzê û aloziya bazarên enerjiyê ve girêdayî, derfetek bide cîhanê ku bêhna xwe vede. Lê pirsa herî girîng ev e; gelo şer bi dawî bû? û gelo xetereya Îranê bi dawî bû? "

Hate destnîşankirin ku peymanên navneteweyî pir caran di rawestandina pevçûnan an kêmkirina bandorên wan de bi ser dikevin, lê ev nayê wateya ku sedemên bingehîn ên pevçûnan çareser bikin an jî armancên rejîmên siyasî biguherînin.

Li gorî rojnameyê, dibe ku êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê û binesaziya leşkerî ya têkildar, di derengxistina bernameya nukleerî û qelskirina hêza wê de bi ser ketine, lê ev nayê wateya bidawîbûna projeyê an jî têkbirina motîvasyonên wê yên siyasî û îdeolojîk. Hate gotin zanîna teknîkî û îdeolojiya siyasî ya ku ev proje li ser wan hatine avakirin, bi hêza leşkerî tenê nayê jêbirin.

‘NÎQAŞÊN BERFIREH LI SER BENDÊN PEYMANÊ HENE‘

Rojnameya Independent Arabia jî li ser heman mijarê destnîşan kir ku xalên peymana nû ya ku nîqaş li ser tên kirin, parçebûnek çêkir. Hate diyarkirin ku hin alîgirên peymanê ne ku wekî derfeta dûrketina ji rageşiya leşkerî dibînin. Hin din jî wekî destkeftiyek siyasî û aborî ji bo rejîma Îranê dibînin. Hate gotin: "Peyman ji xalên berfireh ên aborî pêk tê, ku pereyên cemidandî yên Îranê serbest dike, destûr dide rejîma Îranê ku hinardekirina petrolê zêde bike û qeydên li ser benderên Îranê radike, di berdêla wê de, lihevkirinên bi armanca rêxistinkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de û kêmkirina asta aloziyê."

Li gorî rojnameyê, alîgirên peymanê dibînin ku teşwîqên aborî dikarin Tehranê ber bi pejirandina polîtîkayên nermtir û tevlîbûna qonaxek nû ya aramiya herêmî ve bibin. Di heman demê de rexnegir guman dikin ku dibe guhertinek bingehîn di tevgera rejîma Îranê de çêbibe û dibêjin, dibe ku çavkaniyên darayî yên nû dikarin bandora wê ya herêmî zêde bikin, li şûna ku kêm bikin.

Li gorî her du rojnameyan, cewhera nîqaşê bi dosyaya nukleerî sînordar nine, lê di heman demê de siberoja bandoriya Îranê li herêmê û tora hevalbendên wê jî digire nav xwe.

Her wiha destnîşan kir ku peyman dikare dawî li qonaxek ji pevçûna rasterast bîne, lê gengeşeyê li ser paşeroja rola Îranê li Rojhilata Navîn çareser nake, ji ber vê yekê, ceribandina niyet û siyaseta rastîn bendên peymanê bi xwe di salên pêş de girîngtir e.

(bb)