Li dijî endamên Wezareta Parastinê êriş : 10 kes birîndar bûn

10 endamên Wezarata Parastinê ya hikumeta demkî li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê di encama êrişekê de birîndar bûn.

Li dijî endamên Wezareta Parastinê êriş : 10 kes birîndar bûn
18 hezîran, 2026   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çekdarên nenas li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê êrişî erebeya endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir.

Li gorî çavkaniyan, di êrişê de ku berbanga îro hat kirin 10 endamên Wezarta Parastinê birîndar bûn.

Aliyên têkildar heya niha der barê êrişê de tu agahî nedane.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku beriya 3 rojan çeteyên DAIŞ‘ê êrişeke xwekujî li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Giştî ya bajarê Reqayê pêk anîbû. Di encamê de bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

(bb)