Li Dirbêsiyê 15 donim zevî şewitî

Li gundê Til Kermê nêzî 10 donim zeviyên genim ê avî û li gund Sêgira Jêrîn jî 5 donim feraze şewitî.

Li Dirbêsiyê 15 donim zevî şewitî
18 hezîran, 2026   12:25
HESEKÊ

Li gundê Til Kermê yê bajarê Dirbêsiyê vê sibehê agir bi 10 donim zeviyê genim ê avî ket. Sedema şewatê nehat zanîn.

Li gundê Sêgirka Jorîn jî yê heman bajarî nêzî 5 donim feraze şewatî. Li gorî agahiyan şewat ji ber temasa ceyranê ya ji transekî derket çêbû.

Sarîcên şaredariyê berê xwe dan cihê şewatê û bi alîkariya şêniyan agir kontrol kirin.

(bb)

ANHA