Peymana Amerîka-Îranê pirsên derbarê siberoja Îran û Lubnanê de derdixe holê

Medyaya Erebî nivîsî ku peymana Amerîka-Îranê dikare qonaxek nû ji bo ji nû ve sazkirina hevsengiyên herêmî bide destpêkirin, di heman demê de Tehran ketiye pêşberî ezmûneke navxweyî derbarê siberoja rejîma xwe û hêza wê ya birêvebirina pirsgirêkên siyasî û aborî.

Peymana Amerîka-Îranê pirsên derbarê siberoja Îran û Lubnanê de derdixe holê
17 hezîran, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro li ser bandorên peymana Amerîka-Îranê û bandora wê ya li ser herêmê nivîsî, her wiha bal kişand ser siberoja rejîma Îranê û rêya aramiya li Lubnanê.

ÎRAN PIŞTÎ PEYMANÊ: QONAXEK NÛ AN DESTPÊKA VEGUHERÎNA NAVXWEYÎ?

Rojnameya Lubnanî El Nahar nivîs dike ku peymana Amerîka-Îranê dikare bibe xalek werçerxê ya girîng di dîroka herêmê de, ku encamên wê yên rastîn dikarin ji tiştê ku li ser maseya danûstandinan hatiye bidestxistin wêdetir biçin û di salên pêş de bandorên wê di nav Îranê de jî eşkere bibin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gihişt armanca xwe ya kontrolkirina aloziyê û pêşîgirtina li şerekî berfirehtir, ku ev yek jî bû sedema dûrketina ji astengiyên mezin di bazarên enerjiyê û bazirganiya cîhanî de.

Rojnameyê destnîşan kir ku êrişên dawî ne tenê cihên leşkerî, lê di heman demê de beşên bi bandor ên binesaziya ewlehî û leşkerî ya Îranê jî hedef girtin, di encamê de kesayetên sereke yên ku di dehsalên biryardanê de rolên girîng lîstin winda kirin.

Rojnameyê nivîsî ku "Siberoja Îranê êdî ne di destê hêzên derve de ye, lê di destê Îraniyan bi xwe de ye," û qonaxa pêş dê diyar bike ka gelo Îran dikare peymanê veguherîne derfetek ji bo ji nû ve avakirin û aramiyê, an jî ew ê bikeve qonaxek tevlihevtir.

FIKARÊN KU LUBNAN BIBE QADEKE JI BO PEYAMÊN HERÊMÎ

Rojnameya El Şerq El Ewsat hişyarî da ku îhtîmala herêm di bin çavdêrî û zexta Amerîkayê de bikeve qonaxek kêmkirina aloziyê ya di navbera Îran û Îsraîlê de, lê Lubnan bimîne qadeke vekirî nakokiyên nerasterast.

Rojnameyê nivîsî ku ev senaryo dikare aramiyek nazik pêk bîne, ku tê de sedemên aloziyê bi tevahî ji holê ranabin lê herêm jî nakeve nav pevçûnek mezin, di heman demê de aloziya siyasî, ewlehî û aborî di nav Lubnanê de berdewam bike.

Li gorî vê şîroveyê, serkeftina her rêkeftinên herêmî yên nû dê bi girêdayî be ka welatên têkildar dikarin krîzên xwe yên navxweyî çareser bikin û saziyên ku dikarin aramiya neteweyî biparêzin, dûrî hesabên nakokiyên derveyî, ava bikin.

(k)