Astengiyên pêşiya Peymana 10’ê Adarê

Bi sînorkirina danûstandinan di çarçoveya leşkerî–ewlehî de û paşguhkirina bendên bingehîn yên girêdayî peymana 10’ê Adarê bi astengiyên girîng re rûbirû ye.

Astengiyên pêşiya Peymana 10’ê Adarê
17 kanûn, 2025   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10'ê Adara 2025'an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, bi armanca xurtkirina yekitiya niştîmanî, misogerkirina mafên destûrî, pêkanîna agirbestê, vegera koçberan û birêvebirina çavkaniyên serwetan, peymanek hat îmzekirin.

Li gel ku ev peyman bûbû rojeva civînên navneteweyî nexasim li Koşka Spî û civînên sêalî yên Amerîka, Tirkiye û hikumeta veguhêz, li kêlek wê jî piştgiriyek navneteweyî ji bo pêkanînê heye, lê peyman tenê li ser asta niştîmanî û ragihandinî sînordarkirî ma, di çarçoveya leşkerî -ewlehî de ya bi nûnertiya entegrasyona QSDˊê di nava sazûmaniyên fermî de hate destgirtin.

Di rastiyê de, şopandina bicihanîna 7 bendên bingehîn ên din rûbirûyî rawestana zelal ma û tu girîngiyeke çapemenî yan jî siyasî wernegirt. Ji wan bendan;

Mafê beşdariya siyasî û hemwelatîbûnê, îtîrafkirina bi pêkhateya Kurd û misogerkirina mafên wê di destûrê de. Ev jî di nîqaşê fermî û qanûnî de nehat gotûbêjkirin.

Agirbesta li seranserî Sûriyeyê, dîsa jî li ser erdê nehat pêkanîn, nexasim ku hêzên hikumeta veguhêz êrişên xwe li dijî herêm û nuqteyên QSD'ê ranewestandin.

Entegrasyona saziyên sivîl, di nav de deriyên sînorî, balafirxane, bîrên petrol û gazê hîn jî neketine pratîkê.

Vegera ewle ya koçberan û dabînkirina parastina wan, li gel hewceya welat bi vê dozê piştî salên ji koçberî û wêraniyê heye, lê hîn nehatiye pêkanîn.

Piştgiriya têkoşîna li dijî terorê ku beşek ji yekitiya welat e, û ew çarçoveya berfireh ku gavên pratîkî yên zelal ên pêşxistina siyasetên li ser asta ewlehî yan jî civakî nehatine avêtin.

Di demekê de ku benda entegrasyona leşkerî-ewlehî mijareke girîng a daxuyaniyên fermî bû, lê bendên civakî, siyasî û aborî di rojevkirina ragihandinê û serokatiyê de paşguhî mane, wê jî hişt ku çavdêr bibêjin "Nîqaş tenê di der barê aliyê leşkerî de hate giştîkirin, lê bendên din derveyî karên pêşaniyê ne."

SEDEMÊN RAWESTANÊ Û DENGVEDANA BÛYERÊN MEYDANÎ

Di raporên ragihandinê de hat diyarkirin ku li pêşiya bicihanîna peymanê astengiyên meydanî derketin, weke cudahiya nêrînan di navbera her du aliyan de li ser mekanîzmayên bicihanînê û kêmbûna zexma siyasî ya piştî îmzekirinê. Li kêlek wê jî plansaziyeke demê ya zelal ji bendan re nehat danîn, wê jî hişt ku hêdîbûnek berbiçav a tedbîrên fermî çêbe, tevî amadebûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ev rawestan, li gel berdewama êrişên leşkerî li dijî deverên Sûriyeyê, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hêzên hikumeta veguhêz û komên wê pêk tînin, derket. Li kêlek wê jî sûcên tundiyê yên li Siwêdayê û tevliheviyên mezhebperestî jî bûn sedema rawestanê.

Ev bûyer nîşan didin ku hîn zemîneke aram ji bo pêkanîna peymanên siyasî nehatiye amadekirin.

ROLA TIRKIYEYÊ YA TÊKILDARÎ HÛRGILIYÊN PEYMANÊ

Di heman çarçoveyê de, daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan FÎdan nîşan didin ku beşek ji pêkanîna peymanê bi zexta Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ye.

Li hemberî wê, rayedarên Tirk, di nav de Erdogan û Hakan Fîdan, helwestên ku daxwaza entegrekirina tevahî ya QSDˊê di nav dewleta Sûriyeyê de di bin hin mercan de û di çarçoveyek ewlehiyê ya yekgirtî de dikin nîşan didin. Vê yekê nîqaşên li ser gelo balkişandina hin aliyên herêmî li ser aliyek taybetî ya peymanê dibe sedema derengketina pêkanîna bendên din, derxistiye holê.

Peymana 10ˊê Adara 2025ˊan hîn jî gaveke girîng a siyasî di pêvajoya krîza Sûriyeyê de ye, lê li gorî çavdêran, ew bi pêkanîna berfireh ve girêdayî ye ku aliyê leşkerî-ewlehiyê derbas dike, mafên hemwelatîbûnê, birêveberiya çavkaniyan, çareserkirina koçberiyê, agirbest û beşdariya siyasî ya berfireh di nav xwe de digire.

Çavdêran destnîşan kir ku nebûna nîqaş û tevgera zelal a têkildarî van bendan di ragihandin û nîqaşên hikumetê de heta niha nîşan dide ku welat hîn jî bi dijwarîyên mezin re rû bi rû ye, da ku peymanê veguherîne rewşeke berbiçav ku xizmetî îstîqrara Sûriyeyê û yekitiya wê bike.

(mh/fr)

ANHA