Li Hemayê dizîna erebe û şelandina malbatan

Li bajarê Misyaf û gundewarê wê yê Hemayê erebe û motorsiklêtên tên dizîn û mal tên şelandin.

Li Hemayê dizîna erebe û şelandina malbatan
17 kanûn, 2025   05:55
HEMA

Li bajarê Misyaf û gundewarê wê yê Hemayê şênî rûbirûyî pêleke xeternak û birêxistinkirî ya sûcên dizînê ne. Mal û dikan tên şelandin, erebe û motorsiklêt tên dizîn.

Li Misyafê, gelek kiryarên dizîna erebeyan hatine şopandin, bi taybet erebeyên ji cureyên "Kia Forte". Ev yek nîşan dide ku pirsgirêkeke teknîkî ya hevbeş di sîstema kilîtên vê cureyê de heye ku rê de kilîtên dişibihên hev bi kar bên. Di van çend rojên dawî de 3 erebe hatin dizîn.

BÊÇARETIYA FERMÎ Û BERSIVDANA EWLEHÎ YÊN SÎNORDAR

Hejmarek ji şêniyên ku zirar dîtine gilî û gazinên xwe ji mûdîriyeta herêma Misyafê re pêşkêş kirin, lê tu encamên berbiçav wernegirtin, û bersiva desthilatan tenê "hîna lêpirsîn didomin".

Li gorî şêniyan, ev dizî beşek ji rewşek ewlehiyê ya xerab e ku deverên din ên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de jî dihewîne. Her roj li ser medyaya civakî raporên rojane ya dizîna erebe û wesayîtên veguhastinê yên cûrbecûr û şelandina malan tên parvekirin.

Çavdêran diyar kir ku ev rewş desthilatên hikumeta veguhêz radixe hemberî vebijêreke rastîn a şiyana wan a birêvebirina dosyaya ewlehiyê.

Ev yek digel berdewama sûc, revandin û qetilkirinên li deverên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de pêk tê.

(ac/fr)

ANHA