ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-12-2025
17 kanûn, 2025   02:00

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma diyar kir ku ji ber çeteyên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên wan vegera koçberan hîna xeternak e û got divê çete ji herêmên dagirkirî bêne derxistin û bi çavdêriya navneteweyî vegera ewle were garantîkirin.

Pisporên li kantona Tebqayê diyar kirin ku rêbazên perwerdeyê yên rejîma Baasê bûn sedema dabeşbûnên mezhebî û etnîkî, ji ber ku pêkhate û çandên wan paşguh dikir. wan dazaîn ku perwerdehiya li Sûriyeyê hewce ye ku ezmûna rêveberiya xweser qebûl bike.

Jinên ji Girkê Legê diyar kir ku tecrîda berdewam a li ser rêber Abdullah Ocalan astengiyek e li pêşiya pêkanîna azadî û çareseriyeke demokratîk. Jinan da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe di hemû astan de bidomînin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”

Rojnamevan Nîhat Kaya destnîşan ku Cîhan û Nazim bûn şopdarên Apê Mûsa, Gubetellî Ersoz û Seyîd Evran. Em jî soza şopandina rêya Cîhan û Naziman didin.

Li bajarê Misyaf û gundewarê wê yê Hemayê erebe û motorsiklêtên tên dizîn û mal tên şelandin. Ev yek nîşan dide ku rewşa ewlehiyê xerab e û hikumeta veguhêz di kontrolkirina ewlehiyê de têk çûye.

Ji ber danûstandina teng a di çarçoveya leşkerî-ewlehî de, paşguhkirina bendên cewherî yên girêdayî mafên hemwelatîbûnê, şêweya rêveberiyê, birêvebirina deriyên sînor û çavkaniyên serwetan û vegera koçberan, peymana 10ˊê Adarê rûbirûyî rawestanê ye.

Yekitiya Peymankaran a bajarê Girkê Legê kongreya xwe ya 2ˊyemîn bi diruşma "Peymankar bingeha baweriyê û stûna avahiyê ne" li hola Sendîkeya Karkeran a bajarokê Rimêlanê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

MSDˊê li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li welat, qada herêmî û navneteweyî, civîneke girseyî li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantoan Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Ebdullah Elî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar defin dike, 10.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê, ji bo 106 şehîdên di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de ku di salên cuda de şehîd bûn, li Navenda Çand û Hunerê ya taxa Muftî ya Hesekê merasîmekê li dar dixe, 11.00ˊan.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê bidawîbûna kampanyaya 6ˊan a Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, li navenda giştî ya PYDˊê ya Qamişloyê radigihîne, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN