’Peyman girîng e, divê yekitiya kurdî were xurtkirin’

Rewşenbîr û siyasetmendaran peymana 30’ê Çileyê wekî gaveke girîng ber bi parastina mafên pêkhateyan û rawestandina herkîna xwînê ve nirxand. Ji ber şerê medyayî jî hişyarî dan û banga xurtkirina yekrêziya Kurdî kir.

’Peyman girîng e, divê yekitiya kurdî were xurtkirin’
6 sibat, 2026   06:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Siyasetmendar û rewşenbîrên ji bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê der barê peymana 30’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ji ajansa me re axivîn.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Dirbêsiyê Ehmed Silêman anî ziman ku peyman mafên tevahî pêkhateyan diparêze.

Ehmed Silêman diyar kir ku pêdiviya pêkanîna peymanê bi tevkarî û xebata hevbeş a hemû aliyan heye da ku bikeve xizmeta berjewendiyên gel. Her wiha hişyarî da ku hin alî hewl didin fitneyan di navbera pêkhateyan de derbixin.

Ehmed Silêman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê pêşî li hemû kesên ku hewl didin tevliheviyê çêbikin û peymanê xirab bikin bê girtin û got, divê hemû pêkhate hev qebûl bikin û rêzê bidin mafên hev.

Silêman destnîşan kir ku peymanê rê li ber herkîna xwînê girt û wekî gaveke durist ber bi aramî û aştiyê ve bi nav kir.

Ehmed Silêman bal kişand ku seferberiya giştî hîna berdewam e û got, divê her kes ji rewşa heyî baldar be da ku şaştî dernekevin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku sekna gelê Kurd û piştgiriya wan a li tevahî cîhanê encamên erênî bi xwe re anîn û hişt ku helwesta navneteweyî li gorî berjewendiya doza Kurd were guhertin.

Ehmed Silêman anî ziman ku dewletên cîhanê êdî têgihişt hebûna gelê ku azadî û aştiyê dixwaze.

Ehmed Silêman bal kişand ser yekitiya kurdî û bi bîr xist ku gelê Kurd li hemberî hewldanên qirkirinê çek rakiriye û parastina xwe dike.

Endamê Meclisa PYD’ê Siûd Miêş jî anî ziman ku peyman di demeke guncaw de ku konsepta qirkirinê li dijî Kurdan dihat meşandin, nemaze piştî têkçûna peymana 10’ê Adarê, hat kirin.

Siûd Miêş diyar kir ku dewleta Tirk roleke rasterast di têkbirina peymana 10’ê Adarê de lîst da ku Rêveberiya Xweser têk bibe. Miêş di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hewldanên têkbirina xirabkirina peymanê dewam dikin û ji gelê Kurd xwest ku ji şerê taybetî û yê şerê medyayî hişyar be.

Miêş yekitiya Kurd wekî sedema sereke ya rêgirtina li ber qirkirina gelê Kurd nirxand û got, helwesta gelê Kurd di vê pêvajoyê de dîrokî ye.

Siûd Miêş destnîşan kir ku ew bi rêveberên gelê Kurd bawer in û xwest ku yekitiya neteweyî ya kurdî ji her demê bêtir xurttir bibe. Her wiha anî ziman ku maf bi îradeya gel û yekitiya wê tên bidestxistin û helwesta Kurd di yekitî û hevgirtina wan de ye.

Siyasetmedar Bedîa Erebo jî piştgirî da peymanê û got, peyman ku di demeke hestiyar re hat îmzekirin ji bo wan serkeftineke girîng e.

Bedîa Erebo destnîşan kir ku hin rexne li ser mijara entegrasyonê hene û got, divê bi nêrîneke nîştimanî ne taîfî li vê mijarê were nêrandin û ev li gotinên xwe zêde kir "Ferq û cudahî di navbera sûriyeyan de tune ye. Şer na, lê diyaloga siyasî rêya durist a çareserkirina nakokiyan e."

Bedîa Erebo da zanîn ku mafên gel di peymanê de parastî ne, lê divê çanda berxwedanê bidomîne û pirsgirêk bi rêyên siyasî û aştiyane werin çareserkirin.

Bedîa Erebo ji ber şerê medyayî hişyarî da û destnşan kir ku armanc xirabkirina moral û piskolojiya gel e, lew ra divê gel neyên van hewldanan.

Bedîa Erebo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku lihevkirin encama keda şehîdan  û bi saya şehîdan ew gihaştin vê pêvajoyê.

(b)

ANHA