Li Barcelona straneke şoreşgerî ji bo Rojava hat çêkirin

Li paytexta Katalonya Barcelonayê Jinan ji bo piştgiriya berxwedana Rojava stranek şoreşgerî çêkir û peşkeş kir.

Li Barcelona straneke şoreşgerî ji bo Rojava hat çêkirin
5 sibat, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Labase Coral strana "Kobane que bien resiste" ji bo piştgiriya Rojava pêşkêş kir û ji bo berxwedana Kobanê û Rojava bi hev re stran gotin. Muzîk di dema berxwedana Madrîdê ya li dijî faşîzmê de hatiye lêxistin.

Şoreşgerên enternasyonel gotinên stranê guhertine û ji bo berxwedana Rojava û Kobane ji nû ve çêkirin e.