‘Êriş li ser hebûna gelê Kurd berdewam dike’

Xelkê Çilaxa diyar kir ku êriş li ser hebûna wan tê kirin, ew dixwazin di destûrê de mafên gelê Kurd werin misogerkirin.

‘Êriş li ser hebûna gelê Kurd berdewam dike’
‘Êriş li ser hebûna gelê Kurd berdewam dike’
‘Êriş li ser hebûna gelê Kurd berdewam dike’
‘Êriş li ser hebûna gelê Kurd berdewam dike’
‘Êriş li ser hebûna gelê Kurd berdewam dike’
6 sibat, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Li Çilaxa û gundewarên wê gel parastina herêmên xwe dike û got heyanî di destûrê Sûriyeyê de hemû mafên wan neyên garantîkirin, êriş wê li ser hebûna gelê Kurd berdewam bikin.

Basil El Rezazî anî ziman ku ew li gel hêzên ewlehî û leşkerî parastina tax, gund û herêmên xwe dikin, got: "Piştî komên hikûmetê li Reqa, Kobanê û Helebê komkujî li ser gelê Kurd pêk anîn, lihevkirina navbera QSD`ê û hikûmeta demkî têrê nake ku garantiya parastina me bike."

Ebdulhemîd Mihemed jî diyar kir ku bi rêya êrişa li ser gelê Kurd dixwestin wan li ser xaka wan a dîrokî qir bikin û wiha berdewam kir: "Çiqasî lihevkirin çêbûbe jî, ji bo em hebûna xwe biparêzin divê em bi roj û şev parastina herêmên xwe bikin. Divê di destûrekî demokratîk de mafên gelê Kurd bidin wan û parastina wan garantî bibe. Em yekîtiya gelê Kurd pîroz dikin, ji tevayî Kurdistanê, Ewrûpa û cîhanê destek dan berxwedana Rojava û her tim li qadan bûn."

Mehmûd Dawûd diyar kir ku ew ê her tim bi hêzên ewlehî û leşkerî re parastina herêma xwe bikin. Dawîd axivî: "Heyanî ku di destûreke demokratîk de mafên gelê Kurd û ewlehiya wan garantî bibe, em ê li gel hêzên ewlehî û leşkerî parastina herêmên xwe bikin."

ANHA