`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`

Şehîd Muaz dema ku hevalên wî li eniyên şer bûn, mayîna di mal de qebûl nekir. Xwedî kesayetek şoreşgerî ya vekirî bû, ji zanistê û doza azadiyê hez dikir û amade bû fedakariya bike.

`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`
`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`
`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`
`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`
`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`
`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`
`Ez li mal rûnanim, hevalên me li eniyên şer in`
26 cotmeh, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR-EBAS XELEF

Şehîd Muaz Osman tevî 28 şervanên din ên Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî akademiyê de 8`ê Cotmehê şehîd bûn.

Şehîd Muaz ji gundê Cîlka yê navçeya Girkê Legê ye. Piraniya endamên malbata wî ji bo parastina dozê û axê di şoreşê de cihê xwe girtine.

4 xwişk û 4 birayên wî hene. Heta asta navîn xwendiye. Zewcî ye û bavê 2 zarokan e (Hevrîn û Mihemed).

Muaz sala 2014`an tev li YPG`ê dibe. Cihê xwe di pêngava rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ`ê, bajarokên Rebîa, Ceza, Şengal, navçeya Holê, bajarê Reqa û gelek herêmên din de digire.

Bavê şehîd Muaz, Mihemed Eta Osman got: "Di nav zarokên min de, min girîngiyeke mezin dida Muaz. Her kes jê hez dikir. Ji ber ku xwedî taybetmendiyên baş bû."

Dayîka wî Fayize Hac Îbrahîm behsa zarokatiya şehîd kir û got: "Muaz henûn bû, ji hevalên xwe hez dikir. Di xwendinê de serkeftî bû. Ev taybetmendiyên wî yên baş di têkiliyên wî li gel heval, dê û bav û xwişk û birayên w' de diyar bû. Dilrehem bû û ji alîkariya xizanan hez dikir."

Fayize wiha domand: "Destpêkê ez li dijî tevlêbûna wî derketim. Min jê re got bila xwendina xwe temam bike. Lê îsrar kir heta ez pê îqna kirim."

Fayize diyar kir ku li cem şehîd Muaz motorsîklêt hebû, hertim hevalên xwe digihand cihê dixwazin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Destpêkê tev li ciwanên şoreşger bû. Dûre YPG`ê. Di gelek şeran de cih girt. Gelek caran jî kete kemînan, ji bajarokê Reîba bigire heta bigihêje Reqayê û jê filitî."

Hevrêyê şehîd Muaz, Loran Hesen behsa jêhatîbûna şehîd Muaz di şeran de kir û got: "Em bi hev re tev li YPG`ê bûn. Şerê yekemîn em tevlêbûne, li navçeya Til Hemîsê û li dijî DAIŞ`ê bû. Dûre me bersiv da bangewaziyên xelkê Şengalê ji bo ku wan ji DAIŞ`ê xilas bikin. Di wan şeran de, fermandarê me bû."

Loran behsa hin xusletên şehîd Muaz kir û got: "Dizanî çawa şer bi rêve bibe, tim di eniya pêşîn de bû. Ji zehmetiyan neditirsî. Erkên diket ser milê wî red nedikirin. Di pêngava rizgarkirina Reqayê de, xwedî heman taybetmendiyên pêşengiyê bû."

Loran wiha domand: "Di rizgarkirina Şengalê de, dema me hewl da ji aliyê Holê ve li dora çeteyên DAIŞ`ê bizivirin, şehîd Muaz ji stûyê xwe de birîndar bû. Piştre sala 2019`an erkdariya me bi dawî bû û sala 2020`an em tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. Li wir jî wêrek bû mîna ku hevalên li wir ji min re behsê kir."

Sala 2017`an birayê şehîd Muaz Malik Osman tev li YPG`ê dibe ku ji 2015`an ve endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Malik dema birayê xwe di pêngava rizgarkirina Reqayê de dibîne şaş dibe, li wir dikin qirecir û ji hev dixwazin ku yek ji wan vegere mal û yê din tev li şer bibe lê her du jî wê red dikin. Malik der bar; de got: "Muaz ji min re got, ew ji min bêtir amade ye tev li vî şerî bibe. Xwedî tecrube ye. Got divê ez vegerim mal. Lê me her duyan israr kir û dawiyê me li kêlek hev di pêngava rizgarkirina Reqayê de şer kir."

Malik wiha pê de çû: "Di şerê Reqayê de, her kes dizanî ku xwedî dilek mezin e, ji tiştekî natirse. Cihê jê dixwest bikeve wir, berdêl çi dibe bila bibe ew erk dianî cih. Hevrêyên wî di kemînekê de şehîd bûn, lê qebûl nekir beyî wan vegere, çû û cenazeyên hevalên xwe anîn."

Birayê şehîd Muaz, Mahir jî got: "Muaz mayîna di mal de qebûl nekir. Tevî hevalên xwe berê xwe da eniyên şer. Her tim digot çete va li ber derî ne. Ez wisa li mal rû nanim. Dê li rex hevalên xwe şer bikim."

Mahir diyar kir ku şehîd Muaz jê re gotiye beriya ku biçe perwerdeyê, dê tev li perwerdeya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê bibe da ku rê li pêşiya bazirganên hişbirê li herêmê bigire.

KESAYETA WÎ ŞOREŞGERÎ YA VEKIRÎ BÛ JI ZANISTÊ Û DOZA AZADIYÊ HEZ DIKIR

Şehîd Muaz tev li gelek perwerdeyî bîrdozî û leşkerî dibe. Têkildarî kesayeta şehîd Muaz endamê rêveberiya Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan Berhem Xelîl got: "Xwedî kesayetek şoreşgerî ya vekirî bû. Ji zanist û doza azadiyê hez dikir."

Muaz sala 2020`an tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe. Piştî wê bi du salan ji bo beşa têkoşîna li dijî madeyên hişbirê ferza wî çêdibe. Girêdayî taybetmendiyên wî, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dauxyaniya xwe de gotibû: "Ji bo fedakarî, dîsplînê mînak bû. Erka xwe bi rêk û pêk dianî cih. Rojekê ji kar xwe neda alî. Ji bo saziya xwe gelek xebat pêşkêş kirin. Bi hezkirin û serbilindî erka xwe dianî cih ta ku şehîd bû."

Fayize Îbrahîm hin gotinên kurê xwe Muaz bi bîr anîn û got: "Beriya ku biçe dewreya dawîn bi du mehan ji min re got; heke şehîd bikevin, tu yê li ser min bidigirî?"

Cenazeyê şehîd Muaz 11`ê Cotmehê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê, hate veşartin.

(şx)

ANHA