Peyama pêkhateyên Minbicê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Pêkhateyên kantona MInbicê diyar kirin ku ji ber ku dewleta Tirk di têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi ser neket, êriş herêmê dike. Pêkhateyan soz dan ku li hember êrişan di xendeqekê de li ber xwe bidin.

Peyama pêkhateyên Minbicê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
4 ÇILE, 2024   02:40
MINBIC

Ereb, turkmen û kurd li kantona Minbicê di heman nêrînê de ne ku  dewleta Tirk dixwaze rojeya xweseriya demokratîk têk bibe, lewma êriş herêmê dike.

Welatiyê bi anvê Rebî Izedîn ê ji pêkhateya ereb got: "Armanca sereke ya dewleta Tirk têkbirina ewlehiya herêmê û binxistina projeya wê ya demokratîk e ku bi saya wê gelê herêmê hevgirtî ne. Ji ber ku yekitiyê û mafên her kesî misoger dike."

Izedîn diyar kir ku projeya neteweya demokratîk, projeyeke komînal e û mafên tevahî pêkhateyan dabîn dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ê li ber xwe bidin. Bi hevgirtina gelê herêmê em ê vê projeyê bi ser bixin û tevahî planên mêtingeriyê têk bibin, di serî de yên dewleta Tirk a dagirker. Dê destkefiyên şehîdan jî biparêzin.

Nêrîna Sewsen Xelîl heman nêrîna Izedîn bû ku armanca êrişan, têkbirina projeya rêveberiya xweseriya demokratîk e piştî ku li ser gelek astan destkeftî bi dest xistin.

Welatiyê ji pêkhateya turkmen Muhened Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk ji êrişan armanc dike ku herêmê bê pergaleke rêveberî, aborî û ewlehî bihêle ji bo ku tevlihevî serwer be.

Mihemed di dawiyê de destnîşan ku pêkhateyên herêmê li hember êrişan, yek in û hevgirtî ne û kesek nikare vîna wan bişikîne û dê heta dawiyê li ber xwe bide.

(şx)

ANHA