Li Efrînê welatiyek ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da

Erebeyeke leşkerî ya nenas pê li welatiyekî Efrînî kiribû, di encamê de birîndar bû. Her wiha ev welatî ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Li Efrînê welatiyek ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da
3 ÇILE, 2024   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriye ku xwe spartiye çavkaniyeke xwecih da zanîn ku erebeyeke leşkerî ya nenas pê li Hemîd Mihemed Ehmed (42) ê ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî kir û ew birîndar kir û reviya. Welatî di 19'ê Kanûna 2023'yan de ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinê diyar kir ku Hemîd li herêma pîşesaziyê ya bajarê Efrînê dixebitî û ji aliyê komeke çekdar a nenas ve hat revandin û êşkencekirin û 500 dolar jê hatibûn standin. Piştî berdana wî, wî berê xwe da gundê xwe Qenterê û dema ku vedigerî gund li ser rêya gundê Coqê erebeyeke leşkerî pê li wî kir, da ku sûcdar sûcê xwe veşêrin û kelûpelên wî bidizin.

(mh)