Navên 35 malbatên Hemasî yên li Efrînê hatine bicihkirin

Ji gelek malbatên Hemasî yên bi destê dewleta Tirk li Efrînê hatine bicihkirin, navên 35`an hatin zanîn.

Navên 35 malbatên Hemasî yên li Efrînê hatine bicihkirin
Navên 35 malbatên Hemasî yên li Efrînê hatine bicihkirin
Navên 35 malbatên Hemasî yên li Efrînê hatine bicihkirin
Navên 35 malbatên Hemasî yên li Efrînê hatine bicihkirin
Navên 35 malbatên Hemasî yên li Efrînê hatine bicihkirin
4 ÇILE, 2024   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Ajansa me di 14`ê Kanûna 2023`yan de bi sernavê “Plana qirêjî ya dewleta Tirk: Bi hezaran endamên Hemasê li Efrîn û Babê bi cih kirin” nûçeyek weşandibû û bal kişandibû ser hewldanên di vê çarçoveyê de tên meşandin. 

Her çi qasî hêzên ku navên wan di nav nûçeya me de derbas dibûn bi awayekî fermî qebûl nekiribû û hinek rojnamevan û saziyên ragihandinê rewşê berovajî dikin jî, bûyerên li qadê diqewimin nûçeya me piştrast dikin.

Di nûçeya ajansa me de hatibû destnîşankirin ku gelek malbatên Hemasî li Efrîn û Babê hatine bicihkirin.

Têkildarî mijarê hin agahiyên din ku anîna malbatan piştrast dikin, ketin destê me. Li gorî van agahiyan Komeleya Şexaf ku bi fînanseya dewleta Tirk li navenda Efrînê hatiye vekirin û me di nûçeya navborî de behsa wê kiribû, navên malbatên Hemasî yên li herêmê hatine bicihkirin, qeyd dike.

Kesekî ku di nava komeleyê de cih digire û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, da zanîn ku hejmara malbatên ku tenê wî qeyd kirine, 35 e. Li gorî zanyariyên heman çavkanî dane, navên malbatên hatine bicihkirin wiha ne; El Huseynî, El Xurî, Tugan, Neşeşewbî, El Ridwan, Zewtawî.

Her wiha çavkanî da zanîn ku ev malbat li Xezayê têne nasîn û niha li kampa Xalidiyê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê hatine bicihkirin.

ANHA