Peyama dawî ya fermandar şehîd Ziyad Heleb 

Yek ji fermandarên berxwedana Şêxmeqsud Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku 10’ê Çileyê (2026) şehîd bû, beriya şehadeta xwe peyam daye hemû hevalên xwe û gel.

Peyama dawî ya fermandar şehîd Ziyad Heleb 
11 ÇILE, 2026   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê nasnameyên fermandar Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di berxwedana Şêxmeqsud de roja 10’ê Çileyê şehîd bûn eşkere kir. 

Fermandariyê li gel eşkerekirina nasnameye peymaya dawî ya fermandar Ziyad Heleb jî parve kir.

Şehîd Ziyad Heleb di peyama xwe de wiha dibêje: ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye. Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re  di nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin, provokasyon û êrîşên leşkerî berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sund dixwin ku em gelê xwe biparêzin û nehêlin kes li wan zilmê bike. Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî. Me biryara mirinê daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune ye. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin.  Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedaniya me bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedayî gel e. Em  li vir, rumet û hebûna gelê Kurd diparêzin.”

(a)

ANHA