Asayîşa Şêxmeqsud-Eşrefiyê: Fermandarê me ya fedayî Ziyad Heleb li Şêxmeqsud şehîd bû 

Fermandariya Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku fermandarê wan Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) di berxwedana herdu taxan de bi ruhekî fedayî têkoşiya û gihîştine şehadetê.

Asayîşa Şêxmeqsud-Eşrefiyê: Fermandarê me ya fedayî Ziyad Heleb li Şêxmeqsud şehîd bû 
11 ÇILE, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî  belav kir û nasnameya herdu fermandarê  xwe eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de, 10’ê Çileya 2026’an gihîşte şahadetê.

Di şexsê fermandar Ziyad Heleb de, hemû şehîdên xwe yên berxwedaniya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi rêzdarî bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên canbexş û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz ên Şamê bi her cûre çekan û rêbazên hovane êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd kirin. Çeteyên girêdayî Şamê bi alîkariya dewleta Tirk, bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrîşên giran li ser gelê me pêk anîn. Li hemberî van êrîşan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya herdû taxan dest bi têkoşînê kir û derbeyên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyareyên zirxî yên dijmin hatin rûxandin û di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin cezakirin.

Dijmin her ku derbeyên giran dixwarin, berê xwe dida gel û hîn zêdetir bi hovane êrîş dikir. Li hemberî van êrîşan; gel û hêzên me yên canbexş têkoşîn di asta herî jor de meşandin. Bi pisporî û ezmûnên xwe yên salan Fermandar Ziyad Heleb ji kêliyên destpêkê ve pêşengiya şer û berxwedaniyê kirin. Di her kêliya şer de; bi heval û gelê xwe re mil bi mil têkoşiyan û bûne çavkaniya moral û berxwedaniyê.

Di nav berxwedaniyê de çeper bi çeper digeriyan û bi şervanên xwe re şer pêşwazî kirin. Di her kolan û çeperên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de li dijî çeteyan berxwedaniyeke dîrokî meşandin. Heta kêliya dawî ya berxwedaniya bêhempa, li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me bûne mertal. Li hemberî siyaseta radestiyê, xeta fedayî û milîtaniyê pejirandin û berxwedaniya dîrokî bi seknên xwe tacîdar kirin.

Hevalê Ziyad Heleb ku Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, di  sala 1988’an de li Efrînê  jidayik bûye. Tevî 6 xwişk û birayên xwe di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de jî; di nav derdoreke ku hestên kurdewar xurtin dimîne. Ji ber van sedeman her dem di nav lêgerînan de bû ku ji bo gel û welatê xwe bixebite.

Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re,  di nava refên YPG’ê de ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û 2015’an de, him rejîma Baas û him jî komên çete yên cûrbecûr êrîşî Helebê kirin. Li hember van êrîşan, li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hate meşandin. Rêhevalê me Ziyad di van berxwedanên şoreşgerî yên gel de; çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anîn û di milê leşkerî de tecrûbeyên mezin bidest xistin. Di vê serdemê de li Helebê şerên kolan bi kolan û mal bi mal diqewimîn. Di tevahiya van berxwedanan de, rêheval Ziyad bi çalakbûna xwe ya leşkerî hemû êrîş têk birin û bi fedakarî ji bo gelê xwe têkoşîn meşand.

 Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê di milê leşkerî de; di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe pêş xistibû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî ve; di dilê her hevalekî de cih girtibû û di giştî jiyanê de pêşengî dikir. Bi hestên xwe yên bilind ên welatparêziyê li hemû herêmên lê têdikoşiya pir dihat hezkirin. Bi taybetî gelê me yê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bi heval Ziyad ve gelekî girêdayî bû.

 Ji kêliya ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, her tim xwe pêş xist, perwerde kir û di asta fermandariyê de pisporî bidest xist. Ji hêla leşkerî, bîrdozî û siyasî ve gihaşt asta pêşengiyê. Rêheval Ziyad, her tim qirkirina li ser gelê me hîs dikir û erkên xwe yên milîtanî bi baldarî pêk anîn. Li her cihê ku pêwîstî pê hebû, bi ruhekî fedayî beşdarî xebatan bû.

Fermandar me Ziyad Heleb, beriya bigihêje şahadetê ev gotinên xwe yên dîrokî anîbûn ziman; ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye. Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re  di nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin, provokasyon û êrîşên leşkerî berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sund dixwin ku em gelê xwe biparêzin û nehêlin kes li wan zilmê bike. Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî. Me biryara mirinê daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune ye. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin.  Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedaniya me bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedaiyî gel e. Em  li vir, rumet û hebûna gelê Kurd diparêzin.”

Heval Ziyad, heta kêliya xwe ya dawî, bi qehremanî li ber xwe da û radestî dijmin nebû. Wek şoreşgerekî zelal, paqij û xwezayî her tim helwesta xweya şoreşgerî parast. Tu carî li hember neheqî û koletiyê serî netewand. Mîna hemû jiyana xwe, di berxwedana Şêxmeqsûd de jî, bi serbilindî peşengiya xeta Kurdê Azad kir. Li dijî polîtîkaya radestî û xiyanetê ya ku dijmin ferz dikir, Fermandar Ziyad ji sekn û şêwaza xwe ya şer û jiyanê ti carî tawîz neda.

Fermandar Ziyad, heta 10’ê Çileya 2026’an ango heta roja gihîştiye şahadetê jî bi fedakarî têkoşiya. Bi helwesta xwe ya fedakar; di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bû sembola têkoşînê.

Fermandar Ziyad, di berxwedana dîrokî ya Eşrefiye û Şêxmeqsûd de wekî sembolên pêşengiya fedakar di dîroka me ya şoreşgerî de cihê xwe girtine. Ev helwesta canbexş a fermandar li hemberî hemû bangên radestiyê têkoşîna bi rûmet hilbijartin û ji bo berxwedana dîrokî ya hemû gelên Kurdistanê bûne remz û mîrateyek mezin. 

Ji ber şehadeta fermandar me Ziyad Heleb em ji malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Di şexsê fermandarê xwe de soz û girêdayîna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de nasnameya şehîd hat eşkerekirin.

Nasnameya  şehîd wiha ye

Nasnav: Ziyad Heleb

Nav û Ppaşnav: Ziyad Qedûr

Navê Dayik: Zeyneb

Navê Bav: Zeim

Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêxmeqsûd- 10 Çile 2026

(a)