Pêwîstiya Şaredariya Qamişloyê bi 80 xebatkarên paqijiyê heye

Ji ber sedema êrişên komên çekdar ên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê, gelek xebatkarên paqijiyê yên Şaredariya Qamişloyê neçar man dest ji kar berdin. Niha şaredarî hewl dide xebatkaran temam bike. Heta niha 22 xebatkar wergirtine û pêwîstiya wê bi 80 xebatkarên din heye.

Pêwîstiya Şaredariya Qamişloyê bi 80 xebatkarên paqijiyê heye
2 hezîran, 2026   14:23
QAMIŞLO

Ji ber kêmbûna xebatkarên paqjiyê Şaredariya Gel a Qamişloyê dixwaze 80 xebatkaran bigire kar. 

Şaredariya Qamişloyê 6’ê Gulana 2026’an peymana paqijiyê ya bi Şîrketa Arvion re fesih kir û erka paqijkirina bajêr girt ser milê xwe.

Bi êrişên komên çekdar ên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Şamê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, gelek xebatkarên paqijiyê yên şaredariyê ji kar derketin. Beriya êrişan 300 xebatkarên paqijiyê hebûn, lê di dema şer de ji ber dagirkirina gelek herêman hejmara xebatkaran daket 150 kesî. Ev jî bû sedem ku şaredarî di xebata paqijiyê de pirsgirêkan bikişîne. 

Niha şaredarî ji bo temamkirina xebatkaran hewldanê dike. Ji 6’ê Gulanê ve şaredariyê 22 xebatkar wergirtine, lê hîna pêwîstiya wê bi 80 xebatkarên paqjiyê heye.

(bî)

ANHA