Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişên hewayî û gulebarana Îsraîlê de li Dêr El Belah û Xan Yûnisê 3 kes hatin kuştin.

Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin
2 hezîran, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên tenduristiyê, îro di êrişên hewayî û gulebarana Îsraîlê de li deverên cuda yên Xezayê 3 kes hatin kuştin.

Tîmên tenduristiyê ragihand ku di êrişeke Îsraîlê de li rojhilatê Dêr El Belah kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha di êrişeke hewayî ya li ser bajarokê El Zawiye de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû, di heman demê de zilamek ji ber gulebarana Îsraîlê li bakurê rojavayê Xan Yûnisê li başûrê Xezayê hat kuştin.

Li gorî rayedarên tenduristiyê yên li Xezayê, ji dema ku agirbest dest pê kiriye ve nêzîkî 930 kes hatine kuştin, di heman demê de Îsraîl operasyonên xwe yên leşkerî li deverên cuda yên Xezayê didomîne.