Komeke çekdar ji Heşdî Şabiyê vediqete

Tevgera Esaîb Ehlî Heq ragihand ku dest bi bicihanîna biryara birîna peywendiyên xwe yên bi Heşdî Şabiyê re kiriye û dê çekan tenê di destê saziyên dewletê de bihêlin.

Komeke çekdar ji Heşdî Şabiyê vediqete
2 hezîran, 2026   14:28
NAVNDA NÛÇEYAN

Tevgera Esaîb Ehlî Heq, der barê veqetîna xwe ya ji Heşdî Şabiyê û radestkirina çekên xwe ji bo hikumeta Iraqê, daxuyaniyek da.

Li gorî ku Rojnewsê ragihandiye, ji bo destpêkirina bicihanîn biryara birîna peywendiyên bi hêzên Heşdî Şabiyê re û hiştina çekan di destê dewletê de, komîsyoneke navendî hatiye avakirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku ev biryar li ser banga Desthilatdariya Bilind a Olî wek bersivdayînekê ye ji bo helwesta neteweyî ya ku Çarçoveya Hemahengiyê.

Esaîb Ehlî Heq, li Iraqê yek ji hêzên siyasî û leşkerî yên herî diyarker û bibandor e. Tevger di sala 2006’an de wek baskekî veqetiyayî ji “Artêşa Mehdî” (ku wê demê ser bi Tevgera Sedr ve bû) di bin serokatiya Qeys Xezelî de derket pêş.

Ev tevger di destpêka damezrandina xwe de, heya ku DYA di sala 20011’an de vekişiya, çalakiyên xwe yên sereke li ser şer û êrişên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê dikir. Her wiha di sala 2012’an de beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû (ji bo parastina mezargehên şîeyan) û di sala 2014’an de jî bûn yek ji pêkhateyên sereke û hêzên damezirîner ên Heşdî Şabiyê ji bo şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê.