Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan pêşwaziya xwendekarên seretayî kir

Hejmarek xwendekarên asta seretayî serdana pêşengeha Şehîd Herekol a Navdewletî ya Pirtûkan kir. Zarokên xwendekar serdana beşê taybet ê zarokan kir.

21 cotmeh, 2025   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dewreya 9’an a pêşengeha Şehîd Herekol a Navdewletî ya Pirtûkan beşek taybet ji bo kovar û pirtûkên zarokan hatiye veqetandin. Di wî beşî de Kovara Mizgîn û Pirtûkxaneya Rona beşdar bû ne. Di heman demê de hin weşanxaneyan çîrokên zarokan û pirûtkên bi armanca pêşxsitina çanda wan pêşkêş kirin.

Di roja duyemîn a pêşengehê de hejmarek xwendekarên asta seretayî li gel mamosteyên xwe serdana pêşengehê kir. Zarok li beşê taybet ê zarokan geriyan. Kovara Mizgîn û birtûkên ji Pirtûxaneya Rona wekî diyarî ji zarokan re hate dayîn.

Serdana zarokan ji pêşengehê re yek ji xalên herî balkêş ê pêşengehê ye. Kovara Mizgîn a Zarokan ev 3 sal in li pey hev beşdarî pêşengehê dibe. Berhemên çandî û perwedeyî tê de bi cihkirin. Di wir de jî pirtûkên bi wêne yên li gorî temenê zarokan têne pêşkêşkirin.

Di pêşengehê de 51 weşanxane û saziyên çandî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, Sûriyê, Tirkiyê, Îraq, Lubnan, Siwêd û Belcîka beşdarî pêşengehê bûn. Di pêşengehê de 140 hezar pirtûkên di nava xwe de 14 hezar û 700 sernavan dihewînin, hatine pêşandan. Pirtûk bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, ermenî û Ingilîzî ne.

Pêşengeha li Parka Azadî hatiye vekirin,  rojane di demjimêr 10.00’an de tê vekirin û heta 21.00’an ji bo pêşwaziya mêvanan vekirî dimîne.

 (dc)

ANHA