Sersaxî ji malbata şehîd Çiya Hozan re hat xwestin

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şervana YPJ’ê Çiya Hozan re xwest û soza domandina xeta şehîdan da.

21 cotmeh, 2025   14:04
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, koçberên ji Efrînê, rêveberên sazî, meclis, komîn, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn  sersaxî ji malbata şehîd Çiya Hozan (Newroz Cafer) re xwest.

 Li pêşiya mala şehîd a li taxa Şêxmeqsûdê merasîmek hat lidarxistin.  Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Henan Hemo axivî û soza domandina rêya şehîdan ta pêkanîna xeylanên şehîdan ên avakirina welatekî azad da.

Endama Kongra Star Hêvîn Mûsa jî qala rihê fedaî yê şehîd Çiya Hozan kir û got, ji bo gel û welatê xwe canê xwe feda kir û wiha domand "Hebûn bi xwîna şehîdan mîsoger dibe. Bi saya keda şehîdan nasnama îmha nabe. Erka me ye em rêya wan bişopînin ta serketin û projeya neteweya demokratîk ser bixin."

Di dewama merasîmê de endamê Meclisa Şehîd Cengîz jî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û got: "Şehadeta di rêya parastina hebûn û nasnameyê de tişta herî bi nirx û pîroz e. Şehîd di dîrok û hafîzeya gelan de zindî ne. Şehîd Çiya Hozan jî bi fikr û îradeya xwe ya azad gihaşt asta şehadetê."

Beşdaran sersaxî da malbata şehîd Çiya û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Şervana YPJ’ê Çiya Hozan 16’ê Çileya 2025’an di berxwedana Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbû.

(bb)

ANHA