Hikumeta veguhêz careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê careke din rêya Tebqa-Selemiyê li pêşiya bi hezaran rêwiyan girt.

Hikumeta veguhêz careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
21 cotmeh, 2025   13:42
TEBQA

Hêzên hikumeta veguhêz îro (Sêşem 21 Cotmeh 2025) carek din rêya Tebqa –Selemiyê ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deverên din ên Sûriyeyê ve girêdide, li pêşiya bi hezaran rêwiyan girt.

Hêzên hikumet beriya niha 14 rojan deriyê Tebqa- Selemiyê girtibû û 20’ê Cotmehê  jî careke vekiribû.

Ji dîmenên ku ajansa me bi dest xistine, xuya dibe ku bi sedan erebeyên rêwiyan li benda kontrolê ya hêzên hikumeta veguhêz a li xaçerêya Zekiye ya nêzî bajarokê Asreya ya gundewarê Hemayê sekinîne.

Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Kantona Reqayê Hesen Xabûr ji ajansa me re diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz careke din rê bi bendên axî girt û  di encamê de erebe li bendê kom bûne. Xabûr da zanîn ku rêwiyan nerazîbûn nîşanî vê biryara ji nişka ve da û di navbera wan û hêzên hikumetê yên li ser bendên de pevçûn derket.

Hikumeta veguhêz der barê girtina rê de tu daxuyanî nedaye

(bb)

ANHA