Pêşangeheke şêwekarên kantona Cizîrê hat vekirin

Hunerên 71 şêwekarên ji kantona Cizîrê li Qamişloyê hatin pêşandan.

21 kanûn, 2025   14:19
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Hunera Şêwekariyê piran di navbera gelan de ava dike" pêşangeheke şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat vekirin. Pêşangeha ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatiye birêxistinikirin bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, tevgerên çand û hunerê û şêniyên bajar hat vekirin. Di pêşangehê de ku bi armanca piştgiriya şêwekaran û balkişandina ser tevgera çand û hunera herêmê hatiye vekirin, hunerên 71 şêwekarên ji kantona Cizîrê hatine pêşandan.

Beriya ku deriyê pêşangehê were vekirin deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û anî ziman ku pêşangeh yek ji destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna 14 salan e. 

Şero anî ziman ku tevî zehmetiyan jî Rêveberiya Xweser piştgiriya çalakiyên çandî û hunerî didomîne û hewl dide di demên pêş de bi pêş bixe.  

Heveroka Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya Kantona Cizîrê Ruba Firêhat jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku huner qadeke ku mirovî nirx û bedewiyê îfade dike, di heman demê de hafîzeya civakî ye ku dîroka herêmê vedibêje. Ruhba Firêhat anî ziman ku çand civakan ava dike û hevgirtina mirovan xurt dike.

Piştî axaftinan benê pêşangehê hat birîn. Beşdarvan derbasî hola pêşangehê bûn û hunerên hatine pêşandan temaşe kirin.

Par (2024) pêşniyar hatibû kirin ku pêşangehek hunerên şêwekarên ji kantona Cizîrê were vekirin. Pêşniyar bi eleqeyeke mezin a hunermendan û aliyên têkildar hat pêşwazîkirin. Ev pêşangehê jî di çarçoveyê vê pêşniyarê de hat vekirin û dê 3 rojan dewam bike.

(b)

ANHA