Di salekê de 50 gorên komî hatin vekirin

Hate ragihandin ku li Sûriyeyê di nava salekê de 50 gorên komî hatine dîtin.

Di salekê de 50 gorên komî hatin vekirin
21 kanûn, 2025   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji dema ketina rejîma Baasê ve (Kanûn 2024) heya niha, 50 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin.

SOHR’ê diyar kir ku di 50 gorên komî de bi kêmanî 2 hezar û 865 cenaze hatin dîtin.

Gorên komî yên hatine vekirin ji sala 2011’an û şûnde ne.

Hate diyarkirin ku gorên komî zêdetirî li Dera, Hums, Hema û Dêrazorê hatin dîtin, di van goran de jin û zarok jî di nav de cenazeyên bi sedan kesên ku hatine kuştin an jî bi darê zorê hatine windakirin, hatin dîtin.

(b)