Cezayê darvekirinê li beşdarvanekî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat birîn

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê li  beşdarvanekî Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ birî.

Cezayê darvekirinê li beşdarvanekî Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat birîn
21 kanûn, 2025   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxisina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Mêhrab Ebdulazade bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin.

Hate diyarkirin ku beşdarvanê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Mêhrab Ebdulazade, ji aliyê liqa 9 ya Dadgeha Bilind a Îranê ve, bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin ku beriya niha ji aliyê liqa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê ve bi ser de hatibû sepandin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistinê, girtiyê siyasî Mêhrab Ebdulazade bi sûcê ‘beşdarbûna kuştina bi qest’ bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin. Niha jî dibin metirsiya darvekirinê de ye.

Mêhrab Ebdulazade yê 27 salî, xelkê bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Mêhrab di 22’yê Cotmeha 2022’yan de wek beşdarvanên din ên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê wezareta îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin û şandin girtîgeha Urmiyeyê. Qasî 38 rojan ji bo bi zorê îtîrafa beşdarbûna xwepêşandanan û beşdarbûna li kuştina bi qest ya endamên hêzên Besîc, êşkenceyek tund a fîzîkî û derûnî bi ser Mêhrab Ebdulazade hate pêkanîn.

Hêjayî gotinêye ku li gorî qeyda dîmenek ya ku kuştina endamê hêzên Besîcê di nav de ye, Mêhrab Ebdulazade li cihê bûyerê nebû. Lê bi tometa kuştina endamê hêzên Besîcê, li ber metirsiya darvekirinê ye.