Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir

Bi beşdariya 51 weşanxane û saziyên çandî Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn dest pê kir.

Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
Pêşangeha Şehîd Herekol dest pê kir
20 cotmeh, 2025   14:56
QAMIŞLO

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn bi dirûşma “Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Di merasîma vekirina pêşangehê de rewşenbîr, siyasetmedar û hunermend, dayika şehîd Hisên Çawîş (Herekol), dayika şehîd Hevrîn Xelef, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  amade bûn.

Ji her çar aliyên Kurdistanê, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Lubnan û Belçîkayê 51 weşanxane û saziyên çandî beşdar bûn. Nêzî 140 hezar pirtûk ên bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, tirkî, ermenî, îngilîzî hatine pêşandan. Rêjeya pirtûkên kurdî ji sedî 43, yên zarokan jî ji sedî 4 e, her wiha beşdariya berhemên jinan jî ji sedî 40 e. Ji ber rewşa girtina rê hin saziyan nekarî beşdar bibin.

Şirîta vekirina pêşangehê ji aliyê dayika şehîd Herekol Xedîce Mel ve hat qusandin. Piştre deqeyekê rêz hat girtin. Axaftina destpêkê ya pêşangehê ji aliyê hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serferaz Şerîf ve hat kirin. Serferazê got: "Di wextekî de ku daholên şer lê didin, hinek xwendin û nivîsandinê wek rêya aştî û azadiyê hildibijêrin.”

Serferazê anî ziman ku pêşangeh çandê wekî nirxekê û pirtûkê jî wekî sembola şaristaniyê bi pêş dixe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Navê şehîd Herekol di qada çandê de bûye ronahiyek û nîşaneke ku çiqas astengî hebin jî îradeya jinê naşikê."

Hevserokê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Îlyas Seydo jî got pêşangeh ne pêşangehek pirtûkan a ji rêzê ye, lê qadeke ku balê dikişîne ser dîrokê û bilindkirina gotina azad û pêşxistina zanista civakî. Seydo got: "Çanda me zindî ye û di cewherê wê îfadeya azadiyê li hemberî hêzên tarî ye.”

Deriyê pêşangehê ji saet 10.00’an heya 21.00’an vekirî ye.

Saet 17.00’an dê semîner werin dayîn. Saet 18.00’an de jî wê rûniştinên îmzekirina pirtûkan werin lidarxistin. Saet 19.00’an dê şevbuhêrkên muzîkê werin lidarxistin.

Şaredariya Gel a Qamişloyê ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatina şêniyan a nava bajar û pêşangehê erebe diyar kirin û bê pere wan vediguhêze.

Pêşangeh dê 26’ê Cotmehê bi xelatkirina beşdaran bi dawî bibe.

(bb)

ANHA