Li kantona Cizîrê yekemîn beşa fêrkirina zarokên nebîna

Navenda Rengîn a Astengdaran beşek ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji zarokên nebîna re vekir.

20 cotmeh, 2025   15:19
HESEKÊ

Li Navenda Rengîn a Astengdaran a li bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê, bi armanca ku zarokên nebîna fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, beşek hat vekirin. 

Li navendê dê zarokên nebîna bi rêbazê ‘braille’ fêrî xwendin û nivîsandinên bibin. Dê amûr û têknîka nûjen werin bikaranîn.

Ji rêveberên navendê Nîmet Elîko der barê mijarê de got: "Em pêşwaziya zarokên astengdar dikin û eleqeyê didin wan. Me 6 ref ji bo rewşên astengdarên wekî otîzm, dîtin û bihîstinê veqetandine ku ji aliyê mamosteyên pispor ve tên çavdêrîkirin. Em gav bi gav van refan dişopînin da ku lênêrîn û perwerdeyeke baştir pêşkêşî wan bikin. Îro jî me beşeke nû li navnda xwe vekir. Ev beş ku li kantona Cizîrê yekemîn e, ji bo kesên nebîna ye.”

Nîmat Elîko diyar kir ku perwerdeya li navendê bê pere ye û got: “Armanca vekirina vê beşê ew e ku mirovên nebîna ji rewşa êş û bêçaretiya ku ew di nava civakê de hîs dikin, rizgar bibin. Bi wan re bibin alîkar ku qabiliyetên nû bi dest bixin û tev li jiyana civakî bibin.”

(bb)