MSD: Reqa nimûneya jiyana hevbeş û riya çareseriyê

Meclisa Sûriyaya Demokratîk (MSD) destnîşan kir ku ezmûna Reqayê ku li ser bingeha hevkarî, pirrengî û rêveberiya xweser hatiye avakirin bûye nimûneya jiyana hevbeş û riya çareseriyê.

MSD: Reqa nimûneya jiyana hevbeş û riya çareseriyê
20 cotmeh, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 8’an a rizgarkirina Reqayê daxuyanî da û diyar kir ku pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê bûye serkeftina gelê Sûriyeyê. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şerê rizgarkirina Reqayê ya ji aliyê QSD’ê ve bi rê ve çû, ev pêngav nûnertiya têkiliyên giring dike û di heman demê de berxwedana jin û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo parastina nirxên azadî û rûmetê nîşan dide.

MSD’ê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku Sûriye piştî hilweşîna rejîma Esed û avakirina hikûmeteke veguhêz derbasî qonaxeke siyasî ya nû dibe û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Di vê qonaxê de divê pêvajoyeke neteweyî ya berfireh ji bo avakirina welatekî ne navendî û demokratîk pêk were. Ev divê li ser bingeha hemwelatîbûn, wekhevî û edaletê pêkan be. Rêveberiya Xweser û saziyên wê niha beşek ji vê pêvajoya neteweyî ne.”

Di daxuyaniyê de rola jinan hate bibîrxistin û ev tişt hate gotin: “Rola girîng a jinan di şerê rizgariyê û hewildanên ji nû ve avakirinê de sereke ye. Ev çi li meydana şer be çi jî di saziyên sivîl û civaka sivîl de be. Jinan isbata hebûna xwe nîşan daye. Niha bûye stûnek bingehîn a her gaveke çareserî û vejînê.”

Tevî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ya li ser erdê MSD’ê hişyarî derbarê metirsiya ji çeteyan da û ev tişt anî ziman: “Xeteriya DAIŞ’ê hîn berdewame. Çi ji aliyê fikrê wê yê tund rew de û çi bi tevgera şaneyên wê yên veşartî be. Metirsiya wê li ser civakê dewam dike, metirsiya li ser ewlehiya herêmî û navdewletî çêdike. Divê li dijî DAIŞ’ê hevgirtineke niştimanî pêk were. Rê li ber were girtin da nikaribe gefên xwe dewam bike. Divê civaka navdewletî di çareserkirina pirsgirêka kampên Hol û Roj de eleqedar bin. Di vê çareseriyek berfireh were dîtin da edalet pêk were û civak ji gefa şaneyên çeteyan rizgar bibin.”

MSD’ê di dawiya daxuyaniyê de bibîr xist ku ezmûna Reqayê ya li ser bingeha hevkarî, pirrengî û rêveberiya xweser hatiye avakirin, îspat kiriye ku ew nimûneya çareseriya ji tevahî Sûriyeyê re ye û ev tişt anî ziman: “Divê hemû gelê Sûriyeyê di avakirina welat û destnîşankirina çareseriya mayîn de cih bigrin. Bêyî tundî û zordariyê pirsgirêkên xwe bi riyên guncaw çareser bikin.”

(dc)