Li Tebqayê tora ava vexwarinê hate guhartin

Bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî û xwedîderketina xwestekên şêniyan û gihandina ava vexwarinê ji bo hemû malan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê xebatên guhartina torên ava vexwarinê didomîne û heta niha ji sedî 70 boriyên avê yên bajarokê Curniye û gundên wî bi yên nû hatine guhartin.

Li Tebqayê tora ava vexwarinê hate guhartin
Li Tebqayê tora ava vexwarinê hate guhartin
Li Tebqayê tora ava vexwarinê hate guhartin
Li Tebqayê tora ava vexwarinê hate guhartin
Li Tebqayê tora ava vexwarinê hate guhartin
15 kanûn, 2023   09:16
SELAM KÊRWAN
TEBQA

Piştî bidawîbûna temenê boriyên ava vexwarinê yên bajarokê Curniye û çend gundên wî, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê bi rêya Yekîneya Avê ya bajarokê Curniye dawiya meha Mijdara borî projeya guhartina tora ava vexwarinê ya bajarok û gundên wî dest pê kir.

Di serî de proje ji gundê Hemra, Bîr Himêdî El Elî û gundê Tinêra dest pê kir û tora kevn bi ya nû hate guhartin. Tora nû ji boriyên botîlîn 160 mîlîmetre û bi dirêjiya 3 hezar û 200 metre pêk tê.

Hevserokê Yekîneya Avê ya Curniye Ehmed Cemale ji ajansa me re destnîşan kir ku guhartin wek xwedîderketina li xwestekên şêniyan ên ji ber telefbûna torê ku temenê wê 24 salan derbas kir, pêk hat.

Heta niha ji sedî 70 ji projeya guhartina tora kişandina ava vexwarinê ya bajarokê Curniye hatiye qedandin û tê payîn ku di destpêka sala nû de proje bi dawî bibe.

(mh)

ANHA