Pêngava ‘Dostê jîngehê be’ di qonaxa duyemîn de ye

Pêngava ‘Dostê jîngehê be’ ya li kantona Firatê di qonaxa xwe ya duyemîn de dewam dike.

Pêngava ‘Dostê jîngehê be’ di qonaxa duyemîn de ye
Pêngava ‘Dostê jîngehê be’ di qonaxa duyemîn de ye
Pêngava ‘Dostê jîngehê be’ di qonaxa duyemîn de ye
Pêngava ‘Dostê jîngehê be’ di qonaxa duyemîn de ye
15 nîsan 2024   12:11
KOBANÊ

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê 4 meh berê pêngavek bi dirûşma "Dostê jîngehê be" dabû destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de bi hezaran dar li kolan, cihên giştî, daristan û parkan hatin çandin.

Pêngav di qonaxa xwe ya duyemîn de bi dayîna semîneran û belavkirina belavokên têkildarî girîngiya parastina jîngehê dewam dike.

Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Almaza Romî diyar kir ku di qonaxa duyemîn de civak di aliyê jîngehî de bi rêya semîner û belavkirina belavokan tê zanekirin.

Li gorî Almaza Romî di qonaxa heyî ya pêngavê de semîner hişyarkirina xwendekarên zanîngeh, peymangeh û dibistanan, dîsa jî endamên meclisên navçeyên kantonê re tên dayîn û belavok tên belavkirin.

Almaza Romî diyar kir ku semînerên ku tên dayîn li ser girîngiya zêdekirina qada şînkahiyê û zirarên qirêjiyê li jîngehê ne û got pêngav dê dewam bike heta ku çandeke jîngehî were afirandin.

(bb)