‘Heke şerê Îsraîl û Îranê dewam bike dê li Sûriye, Lubnan, Yemen û Iraqê jî alozî derkevin’

Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb bal kişand ser bandora şerê Îsraîl û Îran û got eger şer dewam bike dê li Sûriye, Lubnan, Yemen û Iraqê jî alozî derkevin û dê zerar li aboriyan cîhanê bibe.

‘Heke şerê Îsraîl û Îranê dewam bike dê li Sûriye, Lubnan, Yemen û Iraqê jî alozî derkevin’
15 nîsan 2024   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî yê ji Misirê Ebû Bekir El Dîb der barê şerê Îran û Îsraîlê û bandorên wê de ji ANHA’yê re axivî.

Ebû Bekir El Dîb îşaret bi êrişa rasterast a vê dawiyê ya Îranê ya li ser Îsraîlê dike û got: "Tişta balkêş di şerê vê dawiyê de ew e ku di dîroka şerê her du aliyan de yekemîn car e Îran rasterast êrişî Îsraîlê dike û hedef diyar bû. Dibe ku Îran rasterast an nerasterast DYA’yê agahdar kiribe ku lazim e derbeyeke bi vî rengî hebe da ku raya giştî ya Îranê an ku girseya eniya berxwedanê rihet bike.”

El Dîb bal kişand ser bandorên şerê Îran û Îsraîlê û ev nirxandin kir: "Tevahî senaryo vekirî ne. Dê bandorê li aboriya cîhanê bike. Îran wekî welat li ser tengava Hirmuz a girîng e. Me dît çawa Îran keştiyên ayidê Îsraîlê desteser kir. Îran dikare bi awayekî mezin gefan li navîgasyona tengava Hirmuz bixwe. Di encamê de dikare rasterast gefan li bazirganî û aboriya cîhanê bixwe. Di heman demê de Îranê berhemdara petrol û enerjiyê ye. Eger Îsraîl an DYA’ yê lê bixe dê bandorê li sûka cîhanê ya enerjiyê bike. Di her alî de eger alozî berdewam bike em ê bibînin ku dê buhayê petrolê bilind bibe. Buhabûna petrolê dê bandorê li DYA’yê bike. Dibe ku di hilbijartinên Cotmeha bê de zerarê bide Partiya Demokrat a DYA’yê û Biden. Deryaya Sor û tengava Mendib ji aloziyan dûr nîn in. Eger alozî dewam bike û berfireh bike ev tê wateya derbeyek nû li bazirganiya navneteweyî.”

Lêkolîner Ebû Bekir El Dîb bandorên şerê Îran û Îsraîlê dê derfetên derketina pêşketinên di çarçoveyên xwe yên diyarker de kêm bike, eger şerê Îsraîl û Îran dewam bike îhtîmal heye ku li Sûriye, Iraq, Yemen û Lubnanê alozî derkevin.

(bb)