Hikumeta Şamê sotemenî biha kir

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê careke din buhayê sotemeniyê zêde kir.

Hikumeta Şamê sotemenî biha kir
15 nîsan 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê ku rewşa debarê ya welatiyan li ber çavan nagire, hema bêje her 15 rojan carekê buhayê sotemeniyê zêde dike.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê îro biryareke nû da.  

Li gorî biryarê buhayê lîtreyeke benzîna oktan 95 ji 13 hezar û 985 lîreyên Sûriyeyê bûye 14 hezar û 290 hezar lîre.  Lîtreya benzîna oktan 90 ku berê 11 hezar lîre bû, piştî biryarê bû 11 hezar û 500 lîreyên. Her wiha buhayê lîtreyeke mazote ji 12 hezar û 100 lîreyên Sûriyeyê bûye 13 hezar û 540 hezarî. Dîsa jî buhayê toneke fuelê bû 8 milyon û 690 hezar û 595 lîre. Li gorî biryarê buhayê toneke gaze ya ‘Avî  DOC’ bû 11 milyon û 361 hezar û 545 lîre.

Hikumeta Şamê sotemeniyê bi awayekî birêxistinkirî li welatiyan belav nake, lewra welatî neçar dimînin ku ji sûkên reş bi bihatir bikirin.

(bb)