Pêkhateyên Tirbespiyê: Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin

Pêkhateyên Tirbespiyê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya tevahî gelan e û got “Em piştgiriyê didin gava dîrokî ya ku Rêberê me daye destpêkirin”.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Heta Rêberê me azad nebe em azad nabin
4 kanûn, 2025   03:40
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Tevî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a jî, tecrîda li ser wî dewam dike. Pêkhateyên Tirbespiyê yên Kurd û Ereb xwest Rêber Abdullah Ocalan were azadkirin, da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve.

Şêniyê bi navê Arif Mihemed diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gava ku daye kirin, gaveke dîrokî ye û divê her kes li vê gavê xwedî derkeve û bigihîne serî.

Arif destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê rêberê me di nav gelê xwe de be û azad be û dom kir: “Dewleta Tirk heya niha li dijî Rêbertî, tecrîdê didomîne. Êdî divê dewleta Tirk gavan biavêje û xwedî li pêvajoya ku Rêbertî daye meşandin derkeve. Rêber Abdullah Ocalan her netewe bi fikra xwe bi pêş xist. Em piştgiriyê didin û daxwaza azadiya wî dikin. Azadiya Serokatî, azadiya gela ne.”

Behar Xelîl jî tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Dem hatiye ku em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Rêbertî pêngavek daye destpêkirin, divê dewleta Tirk xwedî li pêngavê derkeve. Ev pêngav dê ji her kesî re bibe rêya çareserkirina pirsgirêk û aramiyê.”

Beharê da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe yên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, bidomînin û wiha bi dawî kir: “Gel ji mafê wan e ku bi Rêberê xwe re hevdîtinan bike. Dîtina bi Rêbertî re bi xwe re rêyên çareserkirina pirsgirêkan diyar dike.”

Nûra Silêman destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan divê were azadkirin û ev daxwaz û hêviya me hemûyan e. Nûrayê got: “Pêngava ku rêbertê daye meşandin, gaveke erênîye, gerek dike ku Rêber Abdullah Ocalan li derveyî Îmralî be da ku Pêngava Aştî û Civaka Demokratî were misogerkirin. Rêbertî pirojeya wî netewa demokratîke û mafê her kesî dixwaze, em jî daxwaza azadiya wî dikin û dê her di nava çalakiyan de bin.”

ANHA