'Destûreke giştî û hevbeş gava cewherî ber bi aramiya Sûriyeyê ve ye'

Çalakvanê hiqûqî Ehmed El Xidir destnîşan kir ku divê destûreke nû ya Sûriyeyê were sazkirin ku hemû pêkhate tê de beşdar bibin û qanûnên sûcdarkirina mezhebperestî û fitneyan werin danîn.

'Destûreke giştî û hevbeş gava cewherî ber bi aramiya Sûriyeyê ve ye'
4 kanûn, 2025   05:50
TEBQA

Çalakvanê hiqûqî Ehmed El Xidir ê ji kantona Tebqayê destnîşan kir ku ji hilweşîna rejîma Esed ve ew banga danîna destûreke giştî ya li gorî pirrengiya Sûriyeyê dikin ku di wê destûrê de maf, nirx û taybetmendiyên her pêkhateyekê misogerkirî bin.

El Xidir destnîşan kir ku beşdariya hemû pêkhateyan di destûrê de mijareke sereke û bingehîn e û divê qanûnên sûcdarkirina taîfeperestî û belavkirina fitneyan jî werin danîn.

El Xidir got di dîroka Sûriyeyê de gelek destûr hatin sazkirin. Destûra yekemîn di 1920'an de ya Mîrnişîna Sûriyeyê, piştre di 1928, 1930, 1950 heta bi 1973'yan a ku hegemonyaya partiya Baasê di dewletê de daye rûniştandin. Di 2012'an de destûr hat rastkirin lê cewhera wê wekî xwe ma. Di 12'ê Adara 2025'an de jî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "Danezana Destûrî" derxist lê tê de tu garantî ji bo mafên pêkhateyan nehatin dayîn.

El Xidir bangên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo sazkirina destûreke giştî teqez kir û got ku guhartina danezana destûrî û beşdarkirina hemû pêkhateyan tê de, gaveke sereke ber bi parastina mafên pêkhateyan ve ye.

El Xidir got destûreke li gorî pirrengiya gelê Sûriyeyê pêwistiyeke niştimanî ye ji ber ku ew pêşî li hewldanên fitne û taîfeperestiyê digire.

Di berdewama axaftina xwe de El Xidir destnîşan kir ku hemû destûrên di dîroka Sûriyeyê de pêkhate înkar û paşguh kirin û got: "Di destûra 1973'yan de beşeke mezin ji gelê Kurd ji mafên xwe yên rewa bêpar hat hiştin û wekî ne Sûriyeyî hat dîtin. Di destûrê de nêrîneke neteweyî ya tekane li hemû pêkhateyên din hat ferzkirin.”

El Xidir diyar kir ku ji bo serkeftina destûrekê, tenê sazkirina wê ne bes e lê divê hikumet jî bi xurtî pabendî wê be û qanûnan li ser her kesî bide meşandin û got: "Ji bo aramiya Sûriyeyê ev gaveke cewherî ye.”

Di dawiya axaftina xwe de El Xidir diyar kir ku divê bi sazkirina destûrê re, pêkanîna pratîkî jî li ser erdê xurt be û got ev rêbaza tekane ya xelaskirina Sûriyeyê ji şerekî navxweyî ye.

(mh)

ANHA