Jinên Serêkaniyê: Daxwaza wan vegerek bi ewle ye

Jinên koçber ên ku li kampa Serêkaniyê dijî, diyar kir ku bi hatina zivistanê re zehmetiyên wan a jiyanê zêdetir dibin. Her wiha daxwaza kirin ku peyama 10'ê Adarê pêk were û bi ewle vegerin cih û warê xwe.

4 kanûn, 2025   05:10
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Di encama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Cotmeha 2019’an ên li ser Serêkaniyê de, bi hezaran koçberan xwe li bajarê Hesekê girt. Rêveberiya Xweser ji bo koçberan 2 kamp (Serêkaniyê û Waşûkanî) li Hesekê ava kirin. Tevî kampan jî hin malbatên koçber li dibistanan bi cih bûne. 

6 sal di ser koçberiya Serêkaniyê de derbas bûye û hîna koçber di hundir kampan de bi zivistanên Sar û havînên germ re rû bi rû dimînin. Her wiha zehmetiya wan her zêde dibin û daxwaza wan tenê vegerin cih û warê xwe. Li kampa Serêkaniyê de 3101 kon hene û hejmaran malbatan jî 2615 malbat in û hejmara kesan jî 16691 kes in.

Têkildarî zehmetiyên jinan û vegera bi ewle jinên penaber ên ku di kamapa Serêkaniyê de dijîn ji ajansa me re axivîn.

Emşe Xidir ê ji gundê Eb Rasê ne diyar kir ku ev 5 salin wê ye di bin konan dijî û wiha got: "Zehmetiyên kampan zêde ne. Konên me nehatine guhertin. Ne zivistan wan zivistan e û ne havîna wan, havîne. Da ku di zivistanê de baran neyê kampên me odeyek biçûk ji xwe re dan avakirin, lê belê ev yek jî biçûk in. Em piraniya rojên xwe di bin lehefan de derbas dikin."

Eliye Îbrahim jî   destnîşan kir hîna amedekariya zivisatnê bi tamam nehatiye kirin û wiha got: "Mazot kêm e. Dema zivistan tê kolan bi tevahî dibe herî û jiyana di nava kampê de ji bo koçberan bûye kabûs. Di zivistanê de nexweşî pir dibin û di nava zarok, jin, kal û pîran de belav dibe. Em tiştî  naxwazin, vegera bi ewle em dixwazin."

Remziyê Ehmed diyar kir ku jiyankirina di nava kampan de zehmet e, piranî kon nehatine guhertin. Wê rojê baran barî û di konên me re derbas bûn. Her wiha zivisatnê zehmetiyên şûştin û raxistinê hene û wiha zehmetiyên xwe anî ziman: "Zehmetiyên zivisatanê pir in, însanên nexweş bi van zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Bi min re nexweşiya şekir heye, ev zehmet e, her wiha dema  papor tê vêxistin û dîmana wê dibe nexweşî. Ev yek ne tenê ji bo min wisa ji bo  tevahî koçberan e. Zehmetiyên me pirin em qala kîjan ji wan bikin."

Hevseroka kampa Serêkaniyê Mecîde Emîn diyar kir ku di sala 2019'an ve gelê Serêkaniyê koçber bûn. Di nava kampan û dibistan de koçber gelek zehmetiyan dikişînin. Lê belê ev zehmetî ya zêde ya jinê ye. Di koçberiyê bi taybet jin zirarê dibîne û taybetiya wê malbatê namîne.

Mecîde wiha behsa amedekariyên ji bo zivistanê kir: "Beriya zivistanê em amedekariyên xwe dikin û daxwazên xwe ji Rêveberiya Xweser û Rêxistinên re radikin. Bersiv ji aliyê rêxistina van dereng dibe. Lê belê heya ji destê me weke Rêveberî derdikeve em didin koçberan. Rêxistinên ku alîkariyê didin jî pir kêm in û ev yek têra koçberan nake. Ev 6 sal derbas bûn hîna konên nehatine guhertin."

ANHA