Pêkhateyên Sûriyeyê bi zimanê nefretê re rû bi rû mane

Di qonaxa veguhêz a Sûriyeyê de ji ber zêdebûna bikaranîna zimanê nefretê, zehmetî di pêkanîna aştiya civakî de derketine. Hikumeta veguhêz di daxuyaniyên xwe de girîngî nedaye vê mijarê, nexasim ku li şahiyên fermî zimanê nefretê li dijî pêkhateyên Kurd, Durzî û Elewî tê bikaranîn.

Pêkhateyên Sûriyeyê bi zimanê nefretê re rû bi rû mane
19 kanûn, 2025   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ber qonaxa veguhêz a Sûriyeyê gelek zehmetî di warê pêkanîna aştiya civakî de hene û ev zehmetî piştî zêdebûna bikaranîna zimanê nefretê girantir bûn. Li hemberî vê yekê hikumeta veguhêz û dezgehên wê yên çapemeniyê ji têkoşîna li dijî bikaranîna zimanê nefretê dûr in, bi taybetî di daxuyaniyên fermî de.

Di benda 7'an a peymana 10'ê Adarê de ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hat îmzekirin, hewldanên derxistina fîtneyan û bikaranîna zimanê nefret û kînê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê hatiye qedexekirin.

Tevî ku hikumeta veguhêz projeya "qanûna edaleta veguhêz" ragihandiye û "Komîteyên Lêpirsînan" ji bo komkujiyên li Sûriyeyê û bi taybetî li perav û Siwêdayê ava kirine, lê dîsa jî mijara qedexekirina bikaranîna zimanê nefretê bi zelalî nehat diyarkirin. Vê jî hişt ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariyê li ser domandina binpêkirinan û zimanê nefretê bide.

Hin berpirs û kesayetên girêdayî hikumeta veguhêz li ser sehneyan û kanalên ragihandinê derketin û bi heman zimanê nefretê axivîn. Yek ji wan jî berdevkê berê yê Komîteya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê Hesen El Dixêm e ku zimanê siyasî derbas kir û li dijî QSD'ê, xwepêşandêrên li peravê û şêniyên Siwêdayê zimanê nefretê bi kar anî.

Îna borî dîmenên ji mizgefteke li taxa Cober a Şamê belav bûn ku tê de melayê mizgeftê di xutbeya înê de fetwaya kuştin û serjêkirina kesên ku daxwaza federaliyê dikin, dide.

Di heman çarçoveyê de bernameyên kanala "El Îxbariye El Sûriye" ya fermî ya girêdayî hikumeta veguhêz kesên ku li ser platformên xwe zimanê nefretê li dijî Kurd, Durzî û Elewiyan bi kar tînin, kirin mêvanên xwe.

Di şahiyên fermî yên hikumeta veguhêz de jî bi taybetî ya li Dêrazorê ya bi boneya "rizgarkirina Sûriyeyê" de, fermandarekî Wezareta Parastinê sloganên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî li dijî Kurd, Durzî û Elewiyan avêtin.

Li Şamê jî di gelek xwepêşandanan de pankartên ku bi zimanê nefretê li dijî van pêkhateyan hatine nivîsandin, hatin hildan.

Ev bûyer nîşan didin ku zimanê nefretê ne tiştekî ferdî ye, lê bi siyaseta ragihandinê ya hikumeta veguhêz ve girêdayî de.

Li hemberî vê, QSD'ê di daxuyaniyekê de ji ber bikaranîna zimanê nefretê yê li dijî Kurdan di şahiyên fermî de, hikumeta veguhêz rexne kir. QSD'ê di daxuyaniyê de sloganên nefretê yên ku komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê avêtine, şermezar kirin û hat gotin ku berpirsiyariya hikumeta veguhêz li hemberî van kiryaran zelal e; yan ew ê xwedî li wan derkeve yan jî li xwe mikur were ku ew nikare wan kontrol bike.

Girêdayî heman mijarê, partiyên Kurdan jî bi daxuyaniyekê bikaranîna zimanê nefretê di şahiyên fermî de yên ku li ser daxwaza serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri hatin lidarxistin, şermezar kir û bang li hikumeta veguhêz kir ku helwesta xwe li hemberî bikaranîna zimanê nefretê zelal bike.

Hemwextî wê bangên sazkirina qanûnên zelal û pêkanîna wan ji bo têkoşîna li dijî zimanê nefretê bilind dibin.

Li gorî raporên rêxistinên ji Sûriyeyê, tunenûna hesabpirsînê, dihêle zimanê nefretê zêde bibe, nexasim ku dîsîpilîna li ser çapemeniyê ne li gorî daxuyaniyên fermî yên li ser lihevhatina nîştimanî ye.

Li aliyekî jî, dezgehên çapemeniyê yên hikumeta veguhêz girîngiyê didin qaşo avakirina saziyên dewletê û edaleta veguhêz, lê belê mijara têkoşîna zimanê nefretê di siyasetên ragihandinê de paşguh dikin.

Ev valahî dihêle pabendiya hikumetê bi qedexekirina zimanê nefretê lawaz were dîtin û ev jî diyar dike ku hikumeta veguhêz heta niha helwesteke cidî ji bo qedexekirina zimanê nefretê nîşan nedaye. Bi bî awayî valahî dikeve navbera daxuyaniyên li ser aştiya civakî û rastiya li ser erdê. Ji bo derbaskirina vê aloziyê jî pêwistî bi pêşxistina polîtîka û mekanîzmeyan heye.

(mh)