PDPKS: Diyaloga nîştimanî divê di navbera hemû pêkhateyan de be

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê tekez kir ku dûrxistina her pêkhateyeke sûriyeyî ji proseya diyaloga nîştimanî, hevkariya avakirina dewleteke aram û demokratîk nake.

PDPKS: Diyaloga nîştimanî divê di navbera hemû pêkhateyan de be
26 sibat, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) der barê "Konferansa Diyaloga Nîştimanî" ya li Şamê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Dûrxistina pêkhateyên bingehîn ên civakê nêzîkatiyeke nedemokratîk nîşan dide.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku paşguhkirina pêkhateya Kurd û dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdan ku beşeke bingehîn a tevna neteweyî ye, tê wateya înkarkirina mafên Kurdan.

Daxuyaniyê bang li civata navneteweyî kir ku çavdêriya rewşa Sûriyeyê bike û bi lez vê "kêmasiyê" sererast bike da ku nûneratiya dadmend ji hemû pêkhateyan re pêk bê û rewşa dubendiyê kûrtir nebe.

Daxuyaniyê her wiha bang li hemû hêzên siyasî û sivîl kir ku siyasetên dûrxistinê nepejirînin û prensîbên diyaloga rasteqîn di navbera nûnerên resen ên civaka Sûriyeyê de biparêzin.

(k)