PDK-Î: 6 pêşmergeyên me şehîd bûn

PDK-Î’yê daxuyand ku 6 pêşmergeyên bajarê navendî yê rêxistina veşartî ya partiya wan li herêma Pîranşarê di şerekî li dijî hêzên rejîma Îranê de şehîd bûn.

PDK-Î: 6 pêşmergeyên me şehîd bûn
2 tîrmeh, 2026   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) der barê şerê di navbera Pêşmergeyên xwe û hêzên rejîma Îranê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PDK-Î’yê wiha ye:

 “Di şerekî de ku li gundê Qizqepan yê ku sê kîlometre dûrî bajarê Pîranşarê ye, şeva çarşemê di navbera pêşmergeyên me û hêzên rejîma Îranê de şer û pevçûn derket. Di encama şer de şeş pêşmergeyên bi navên Karo Horimziyari, Ferdîn Cengîzî, Mihemed Xakî, Ebdullah Mihemedpûr, Tiwana Osmanî û Mihemed Emîn Bayezîdî, şehîd bûn.

Şehadeta vê koma Pêşmergeyan di dema ku ew ji bo karekî siyasî û rêxistinî hatibûn erkdarkirin de çêbû ku ketin kemîna hêzeke mezin a Artêşa Pasdaran ya Îranê.

Xwîna geş a vê koma Pêşmergeyan ku ji bo azadiyê li Pîranşarê tevlî axa welat bûn, bingeha serkeftina dawî ya têkoşîna partî û netewî li dijî dîktatoriya Komara Îslamî ye.

Bikaranîna rejîmê bo tepeserkirin, teror û çavtirsandinê tenê nîşana tirsonektiya wê û lerizîna dawî ya sîstemekê ye ku li ber hilweşînê ye û ji tirsa tolhildanê li ser kurên netewê sûcên hovane kiriye.”

Hêjayî bibîr xistinê ye ku di agahiyên beriya daxuyaniya PDK-Î’yê de hatibû ragihandin ku 5 pêşmerge şehîd bûne, lê PDK-Î’yê bi daxuyaniyek fermî ragihand ku di şer û pevçûna bi hêzên rejîma Îranê re 6 pêşmerge şehîd bûne.