Li daristanên Fransayê şewat

Li daristanên Fransayê şewatên mezin çêbûn. Bi dehan kes neçar man malên xwe biterikînin.

Li daristanên Fransayê şewat
2 tîrmeh, 2026   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh derengiya şevê li başûrê Fransayê rûberên mezin ên daristana şewitîn. Bi dehan şênî neçar man malên biterikînin. 

Ji bo vemirandinê şewatê bi sedan endamên ekîbên agirkujiyê seferber bûn û balafirên taybet ên  kontrolkirina şewatan jî hatin bikarnaîn.

Di şewatan de li herêmên Herault û Aude de 800 hektar zevî şewitîn. Rayedaran destnîşan kir ku şewat hîna bi temamî nehatiye kontrolkirin.

Li nêzî bajarê Marsilyayê jî şewatên biçûk derketin.

(bb)