Paşxistina dosyaya Hizbullah û birçîtiya li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Çavdêran diyar kir ku paşxistina rûniştina parlamentoya Lubnanê dosyaya fesihkirina Hizbullahê girêktir dike û demê dide wê ku manewrayan bike û daxuyaniyan bide da ku raya giştî ya Lubnanê ji bêçekkirina wê bitirsîne. Li aliyekî din jî civata navneteweyî nikare krîza mirovî ya li Xezayê rawestîne.

Paşxistina dosyaya Hizbullah û birçîtiya li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
6 tebax, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişand ser paşxistina rûniştina parlamentoya Lubnanê ya fesihkirina Hizbullahê û krîza mirovî ya li Xezayê.

‘PARLAMENTOYA LUBNANÊ RÛNIŞTINA JI BO ÇEKÊN HIZBULLAHÊ BI PAŞ DIXE’

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê mijara paşxistina rûniştina parlamentoya Lubnanê ya têkildarî nîqaşkirina dosyaya çekên Hizbullahê de nivîsek parve kir. Rojnameyê diyar kir ku ew ji bo gihaştina li helwesteke fermî ya der barê dosyaya hestiyar de binkeftinek e.

Çavdêran diyar kir ku paşxistin tenê reva ji yekhelwestiya fermî ye, lê pirsgirêkê çareser nake, berevajî wê girêktir dike, bi taybet dibe ku amerîkî fêm bikin ku serîtewandina ji zexta Hizbullahê re ye. Li kêleka wê jî paşxistin dikeve xizmeta Hizbullahê û demê dide wê ku manewerayan bike û daxuyaniyên ku lubnaniyan der barê bêçekkirinê de bitirsîne bide.

‘BIRÇÎTIYA LI XEZAYÊ RÛYÊ LI CÎHANÊ QÎR DIKE’

Rojnameya Ukaz li ser ambargo û rewşa gel a li Xezayê nivîsek parve kir û destnîşan kir ku "Dîmenên ji Xezayê tên dilê mirovan dişewitînin û li rûyê tevahî mirovahiyê qîr dike: zarok ji birçînan dimirin, dayikên ku hewl didin pariyek nan ji zarokên xwe re bistînin bi guleyan dimirin. Malbat li gel nuqteyên parvekirina xwarin û dermanan dimirin."

Ronameyê diyar kir ku "Ev dîmen ne pêkan e ji ber encameke şer be, lê ev stratejiyek e ku Îsraîl pêk tîne û ew dizane ji bo vê yekê çi dike. Lê civata navneteweyî hîna li ber rawestandina vê karesatê aciz e. Ew jî ji ber mezinahiya piştgiriya Amerîkayê ji hikumeta Îsraîlê re ye.”

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser xetereyên stratejîk ên rûbirûyî Îsraîlê, ger biryar da tevahî Xezayê dagir bike. Rojnameyê da zanîn ku xetereyên vê gavê ew in dîlgirtiyên Îsraîlê dibin qurbanî, wê zirarên mezin bi artêşa Îsraîlê bibin.

Rojnameyê hişyarî li ser dagirkirina tevahî Xezayê da û destnîşan kir ku Îsraîl dê bikeve şerekî xwîndar ê demdirêj, nexasim ku heta niha nekariye tevahî herêmên ketiyê kontrol bike.

(fr)