Hikumeta demkî ji bo her tonek genim 9 hezar lîreya nû zêde dide

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê mersûmek derxistin ku ji bo her tonek genimê ku cotkar radestî Saziya Dexlûdanan a Sûriyeyê dikin 9 hezar lîreya Sûriyeyê ya nû were dayîn.

Hikumeta demkî ji bo her tonek genim 9 hezar lîreya nû zêde dide
21 gulan, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri, îro, mersûma hejmar 120ˊan a 2026'an derxist ku ji bo her tonek genimê ku cotkar radestî Saziya Dexlûdanan a Sûriyeyê dikin 9 hezar lîreya Sûriyeyê ya nû were dayîn.

Di naveroka merasûmê de hat gotin ku "ji bo her tonek genim ji cotkaran tê wergirtin, li kêlek bihayê Wezareta Aborî û Pîşesaziyê diyar kiriye, 9 hezar lîreya Sûriyeyê ya nû tê dayîn."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li dijî biryara diyarkirina bihayê genim ji hêla Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ve li gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Wezaretê, di 15ˊê Gulanê de, ji bo her tonek genim 46 hezar lîreya Sûriyeyê ya nû diyar kiribû.

(fr)