Partiya Sûriya Pêşerojê banga bidawîkirina dagirkeriya li Sûriyeyê kir

Partiya Sûriye Pêşerojê bang li hêzên navneteweyî û NY`yê kir ku dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bikin û aloziya li welêt çareser bikin. Her wiha bang li wan kir ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî çareseriyeke siyasî peyda bikin û nûnertiyeke adil a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çareseriya siyasî de dabîn bikin.

Partiya Sûriya Pêşerojê banga bidawîkirina dagirkeriya li Sûriyeyê kir
9 cotmeh, 2024   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 5`an a dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de şert û mercên dagirkirina her du bajaran û armancên dagirkirinê hatin bibîrxistin. Her wiha şehîd Hevrîn Xelef, şehîdên azadiyê hatin bibîranîn ku ji bo parastina mafên gelê Sûriyeyê destanên berxwedanê û lehengiyê nivisîn.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û NY, hêzên destwerdana Sûriyeyê kirine, hate kirin ku dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bikin, vegera koçberan û penaberan dabîn bikin, hesabê ji sûcdaran bipirsin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dadgehên navneteweyî de bidarizînin, ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî  çareseriyeke siyasî bi pêşengiya NY`yê û nûnerê wê yê taybet ji welêt re peyda bikin, nûnertiyeke adil ji Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di çareseriya siyasî de dabîn bikin.

(şx)