'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'

Hiqûqnas û dadgeran soz da ku li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin. Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, di gelek çalakiyan de teqezî bi domandina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
'Emê têkoşîna xwe ya qanûnî berdewam bikin'
9 cotmeh, 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û yekitiyên parêzeran  ên kantonên Firat, Efrîn û Şehbayê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê bi daxuyaniyên hevbeş komplo şermezar kir û got azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e.

Di daxuyaniyan de armanca komployê û sedemên wê hatin şîrovekirin û hate gotin: "Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelên bindest kirin heder. Komploya li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî berdewam e. Desthilata Tirk zêdetirî 3 sal e hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe kirine. Lê dîsa jî çalakiyên ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, berdewam in."

Di dawiyê de Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku li hember sûcên derqanûnî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin.

HELEB

Meclisa Edaleta Civakî û şaxê parêzeran a Helebê bi daxuyaniyeke hevbeş sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin şermezar kirin.

Di daxuyaniya li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatiye xwendin de hate diyarkirin ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne tenê li dijî vîn û kesayeta wî bû lê li dijî vîn û doza gelê Kurd û gelên bidest ên azadîxwaz û jinên azad bû.

Di dawiyê de soz hate dayîn ku li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn were mezinkirin. Her wiha bang li saziyên hiqûqî û mirovî hate kirin ku berjewendiyên navneteweyî û pîvanên siyasî yên durû bidin alî, erkên xwe yên exlaqî û mirovî û qanûnî bi cih bînin, dewleta Tirk neçar bikin ku qanûna mafê hêviyê pêk bîne û azadiya fîîzî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

REQA

Meclisa Bajar a Reqayê li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevseroka meclisê Heyfa Muslim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku gelên herêmê li hember pergala îşkence û qirkirinê têkoşînê mezintir bikin.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava li pêşiya avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmralî silav dikin û wiha hat gotin: “Vê berxwedanê vejîneke nû ji bo mirovahiyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet diyarî kir. Di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” em ê têkoşîna xwe bi dilekî geş û germ berdewam dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gel êdî naxwazin bi pergala îşkenceya Îmraliyê re bijîn û dixwazin bigihêjin jiyana azad û wiha dom kir: “Bê guman ev daxwaz û tevgera azadiyê ya cîhanê ku li ser vê bingehê hatiye pêşxistin, helwesta herî mafdar û demokratîk a dîrokê ye. Em herdem li ser rêka fikrên Rêber Apo tekoşîn dikin `tim hêvîdar in bi roja azadbûna te û her tim em ê bimînin şopdarên fikir û ramanên te`.”

Di daxuyaniyê de bang li aliyên hiqûqî, mirovî, navnetewî û mafên mirovan hate kirin ku bi erkên xwe rabin û sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

TIL TEMIR

Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de hevdîtinên xwe bi kesayetên li gel Rêber Abdullah Ocalan rûniştine re didomîne.

Endamê însiyatîfê Fuad Jûlî di civînê de bal kişand ser çalakiyên ku ji bo bidestxistina azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê li dar dikevin kir û got armanca van pêngavan, bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Jûlî banga mezinkirina têkoşînê jibo bidestxistina vê armancê kir.

Di civînê de şêniya bi navê Henîfe Mihemed Gotê axivî û soz da ku li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Henîfeyê got: "Dewleta Tirk dixwaze şoreşa me ya li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, têk bibe lê bi ser nakeve."

Di dawiya civînê de pirtûkên li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan li beşdaran hatin belavkirin.

Di heman çarçoveyê de PYD`ê li gundê Reqebe yê başûrê Til Temirê civînek li dar xist.

Endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Til Temirê Idrîs El Yunis axivî û behsa têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan kir. El Yunis got, Rêber Abdullah Ocalan bi raman  û felsefeya xwe ji gelên azadîxwaz re bûye rêber.

El Yunis îşaret bi armanên komployê û sedemên wê kir û teqezî bi têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan kir ku bi projeya Rêveberiya Xweser li herêmê tacîdar bûye.

KOBANÊ

Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li kantona Firatê jî bi civînekê hate şermezarkirin.

Civîna li ser komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

Berdevka însiyatîfê Eyşe Efendî destpêkê axivî, qala zilm û zordariya beriya rabûna tevgera azadiyê ya Kurd kir û got: "Piştî ku tevgerê destpê kir her tişt hate guhertin. Gelê Kurd ji nû ve bi ser xwe ve hat û xwe ji mirinê rizgar kir."

Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Firatê Enwer Mislim jî bi bîr xist ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de plana dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê kete meriyetê û got: "Komplo ji bo tinekirina gelê Kurd e. Divê em jî ji bo azadiya Rêber Apo her tim têbikoşin û neteweya demokratîk hîn xurt bikin. Gelê Kurd di sedsala 20'an de rastî gelek qirkirinê hat. Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî gelê Kurd her di nava qirkirinekê de bû. Li hemberî wê bi dehan şoreşên Kurdî rabûn û gelê Kurd li dijî wê qirkirinê serî hilda."

Endama Kongra Star a Kantona Firatê Xwînav Xelîl jî ragihand ku komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz û demokratîk hate kirin.

(şx)

ANHA