Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê

Li Eyn Îsa û Kobanê dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî hatin şermezarkirin. Her wiha teqezî bi mezinkirina têkoşînê heta rizgarkirina her du bajaran, hate kirin.

Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
Li Eyn Îsa û Kobanê peyamên mezinkirina berxwedanê
9 cotmeh, 2024   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

9`ê Cotmehê salvegera 5`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ne. 

Têkildarî vê mijarê saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên kantona Firatê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Bajarê Girê Spî Heza Mihemed li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê daxuyanî xwend. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, meclisên wê û partiyên kantonê tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Di daxuyaniyê de sûcên dermirovî yên ku endama NATO`yê dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û yên huqûqî hate kirin ku destwerdanê bikin, sûcên li dijî gelên herêmê rawestînin, penaberan vegerînin û dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bikin.

Li Eyn Îsayê jî bi sedan koçberên kampa Girê Spî xwepêşandan li dar xist û dagirkirina bajarên xwe şermezar kirin. Koçberan pankartên "Êdî bes e dagirkerî, em di berxwedan û vegera li welêt de bi israr in", alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Xwepêşandana li qada dibistana kampê rawestiye, veguherî mitingê. Di mitingê de hevseroka Meclisa Bajarê Girê Spî Fadîle Mihemed axivî û diyar kir ku bi hevkariya hêzên navneteweyî dewleta Tirk bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Fadîle destnîşan kir ku berxwedana wan li hember siyasetên dagirkeriyê berdewam e û heta bajarên xwe ji dagirkeriyê rizgar dikin, dê têkoşînê mezin bikin.

(şx)

ANHA

KOBANê