Parlamentoya Iraqê wê hefteya bê bi rojeva ewlehiya sînor kom dibe

Cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku bi tevlîbûna Wezîrê Parastinê û Serokê Dezgeha Ewlehiyê, têkildarî amadebûna hêzên ewlehiya sînorê li gel Sûriyeyê, dê Parlamentoya Iraqê kom bibe.

Parlamentoya Iraqê wê hefteya bê bi rojeva ewlehiya sînor kom dibe
21 ÇILE, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ednan Fethan Dilêmî bi daxuyaniyekê ragihand ku heftiya bê bi tevlîbûna Wezîrê Parastinê Sabit Ebas, Wezîrê Karên Hindir Ebdulemîr Şemerî û Serokê Dezgeha Ewlehiyê, têkildarî amadebûna hêzên ewlehiya sînorê li gel Sûriyeyê, dê Parlamentoya Iraqê kom bibe.

Hate ragihandin ku parlamento piştgirî dide hemû tedbîrên ewlehiyê yên ji bo xurtkirina eniya navxweyî û parastina serweriyê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bang li hêzên neteweyî dikin ku yekrêz bin da ku hewlên ji bo xirabkirina ewlehî û yekitiya Iraqê têk bibin.