Rojeva rojnameyên Erebî yên îro

Rojnameyên erebî diyar kir ku Sûriyeyê ber bi merheleyeke xeternak ve diçe û metirsî ku DAIŞ’ê careke din çalak bibe heye. Rojnameyan bal kişand ser helwesta QSD’ê ya rêgirtina li pêşiya şerekî navxweyî û peymana 10’ê Adarê jî wekî destpêka jihevxistina Rêveberiya Xweser nirxand.

Rojeva rojnameyên Erebî yên îro
21 ÇILE, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê, aliyên wî yên siyasî û siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandorên lihevkirina 18’ê vê çileyê.

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser QSD’ê û destnîşan kir ku rewşa meydanî ya heyî sînyalên pêvajoyeke geleke hesas dide.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku reva çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehên di bin kontrola QSD’ê de bi taybetî girtîgeha Şedadê û ya malbatên çeteyên DAIŞ’î yên li kampa Holê risekeke ewlehiyê ya mezin çêdikin.

Rojnameyê bi domdarî îşaret pê kir ku ev rewş rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê û vegera tevliheviyê li Rojhilata Navîn vedike û ev nirxandin kir "Destberdana Amerîkayê ya ji QSD’ê û piştgiriya wê ya bi desthilata Ehmed El Şeri re valahiyeke ewlehiyê çêdike. Dibe DAIŞ’ê sûdê ji vê valahiyê werbigire."

Rojnameya El Erebî El Cedîdî jî cih da helwesta QSD’ê û da zanîn ku fermandarên QSD’ê biryareke realîst girt. Rojnameyê da zanîn ku fermandarên QSD’ê aşkera kirin ku berdewamkirina şerê vekirî yê ku meha borî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest pê kir, dê bibe sedema komkujiyeke mezin û şerekî navxweyî.

Rojnameyê destnîşan kir ku "Guhertina rêbazên têkoşînê êdî bûye pêwîstiyek heta ku baweriyeke berfireh a Sûriyê zelal bibe ku federalî yan jî nenavendîbûna siyasî dikare bibe çareseriyeke pratîkî ji bo qeyranên li welat."

Rojnameya El Ereb jî bendên peymana 18’ê Çileyê rexne kir û ev nirxandin kir "Muhleta ku hikumeta demkî diyar kiriye aşkera dike ku pêşniyarên lihevkirinê tenê komeke şertên pêkev in. Armanc dike ku Kurd dev ji herêmên di bin kontrola xwe de berdin. Ev jî di pratîkê de tê wateya jihevxistina Rêveberiya Xweser û bidawîkirina her hêviya rêveberiyeke xwecih."

Rojnameyê da zanîn ku ragihandina lihevkirinê hemwextî ku Şamê sewqiyatên mezin ên leşkerî dişîne derdora girtîgeha Hesekê nîşan dide ku hikumet dê rageşî û êrişan bidomîne.

(b)